Gotinên şehîd Dîren Raman...

Her kêliya gerîla weke dastanekê ye. Berxwedana Aris Faris berxwedaneke wiha bû ku her kêliya wê hêjayî temenekî bû.

Her gerîlayek çîrokeke xwe ya berxwedanê heye. Ji ber ku qedera wan berxwedan e berxwedan çendî geş bibe çîrokên ku wê werin vegotin, nivîsîn dikevin ser hev, ji kêliyê derbasî dîrokê dibin..Bi ser de heke rojên şer be, her gav weke destaneke tê jiyîn. Berxwedana Aris Faris her kêliya wê hêjayî jiyanekê bû.

Gerîla Dîren yek ji wan lehengên tûnelên şer ên qada Aris Faris a Avaşînê ye. Piştî wê berxwedana mezin Dîren Raman ku yek ji wan gerîlayan bû ku xwe gihandî hevrêyên xwe, bi dil û zimane xwe behsa wan gavên berxwedane kiribû. Dîren Raman 12'ê Tîrmehe beriya ku biçe çalakiyê weke ku zanîbû wê çi bibe berxwedana xwe ji kamerayan re vegotibû. Aris Faris piştî ku behsa rûdanên şerê tûnelên kir deynê xwe yê li rûpelên dîrokê dayî û 12'ê Tîrmeha 2021'an li qada Avaşînê bi 3 hevalên xwe re şehîd bûbû.

Gerîlaya YJA Starê Dîren Raman piştî berxwedana Mamreşo wiha behsa têkoşîna dijî artêşa Tirk kir ku berê xwe dabû qada Aris Faris.

''Bi çarçoweya pêngava şoreşger a Bazên Zagrosê ketim nav berxwedana Aris Faris. Heke tiştên ku li wir hatine jiyîn çendî werin vegotin nêzîkatiya bi hovîtî ya dijmin jî ew çend wê were fêhmkirin û zanîn. Piştî şerê li Mamreşo dijmin berê xwe da Aris Faris. Sedema ku dijmin berê xwe dayî vir ew bû ku li vir me sax bi dest bixin, teslîm bigirin. Ji wan weye ku em ê dev ji nirxên xwe, dilsoziya xwe ya partiyê biqerin û teslîmî dewleta Tirk bibin. Hêviya wan ev bû lê berevajî vê bû. Li vê derê li tûnelan li dijî dijmin berxwedaniyek çêbû. Dema êrîşên peşî û piştî wê me tim mudahele li dijmin kir. Dema ku dijmin jî dît ku bandora çekên me heye û bi vî rengî me li ber xwe daye, şok bû. Ji ber vê dest bi propagandayeke nû kirin.Gotin, ''werin teslîm bibin, dewlet wê we biparêze''. Nexasim bang li jinan dikirin, digotin,''Jiyana we ne ti jiyan e, hûn çi bixwain em ê bidin we, hûn jin in, teslîm bibin, ev ê ji bo we çêtr be''. Dixwestin ku hevalên jin teslîm bigirin. Digotin, ''mêr neyên jî dibe, hûn werin teslîm bibin, em ji wan çêtir dikarin we biparêzin.

Her ku dengê wan dihate me hêrsa me radibû. Ji ber ku wan jî pê dizanîbû. Heke ji bo ku pariyek nan û av em teslîm bibûna ji serî de em tevlî vê tevgerê nedibûn. Ji bo me dilsoziya li şehîdan, Rêbertî beriya her tiştî ye û tişta ku wan teklîfî me dikir tiştên pir jirêzê bûn. Dema ku wan wiha bang dikir kenê me bi wan dihat. Dema ku dîtin em teslîm nabin dijûn dikirin, me bi lîlandinan û dirûşmeyan bersiva wan dida. Vê ew dîn dikirin. Piştre jî digotin, ''Heke hûn teslîm nebin em ê tiştên cuda bi kar bînin, bila haya we jê hebe, çawa ku me li Mamreşo çeka kimyewî bi kar anîbbe, li vir jî em ê bi kar bînin, we tine bikin'' û her ku diaxivîn heval bi çalakiyan bi ser wan de diçûn.

Berxwedana hevalan, helwesta wan a fedayî û dilsoziya wan dijmin jî şok kir. Li vir helwesta ku derketî holê, li dijî dijmin bû bendek. Ew der mewziyeke şer bû, ew qas ked hatibû dayin û parastina wê hatibû kirin. Dijmin digot cebilxaneya we , lêzimiyên we yên jiyanê nemaye, hûn nikarin şer bikin, lê çek û taktîkên ku me bi kar dianî, dijmin şaş kiribû. Heval bi van rêbazan nehiştin ku dijmin bikeve hundir .Nexasim li ser mijara bimewzîbûnê, ji bo ku sira me were veşartin hevalan ji bo ku dijmin nekeve hundir şer kirin. Nexasim ji bo ku ji hevalên şehîd re bibin bersiv biryardariyeke mezin derketibû holê. Heval Amara ku yek ji fedayiya wê berxwedanê bû, ji bo ku dijmin pûç bike biryar li ser çalakiya fedayî kiribûn. Li wan tûnêlan tenê yekîneyeke hevalan hebû û çalakiyên vê yekîneyê hê jî nahêle ku dijmin bikeve qada Aris Faris.

Em êdî dizanin bê ka dijmin van rêbazên hovane çi qasî dikar bi kar bîne. Em gerîlayên YJA Starê heta ku em tola hevalên şehîd hilînin em ê ti caran Avaşînê bernedin. Qada Aris Faris di dîrokê de jî qada berxwedanê bû û niha jî li her deverê xwîna hevalên me yên şehîd heye. Em bazên Zagrosê bi teqezî em ê tola van hevalan hilînin. Em ê xeyal û çalakiyên wan her tim bijîn. Em gerîlayên li qada Avaşînê em pê dizanin ku êdî yek ji me wê weke berê şer neke. Mînak ez ê êdî bi rengê Diren şer nekim, an jî ti hevalên me yên din êdî weke xwe wê şer nekin. Em ê bi rihê hevalên xwe yên şehîd şer bikin. Em ê bi rihê berxwedanê yê dilê wan heta dawiyê şer bikin. Şerê wan, berxwedana wan neqediya, em ê peyrevê wan in û em ê bidomînin. Alaya şehîdan ti caran neket û wê nekeve. Dijmin çendî bi ser mede were jî, çi qas êrîşên xwe giran bike jî em ê zêdetir dilsoz bin û bi ser dijmin de biçin.''