Goristanên li Kurdistanê bûne hedef

Li Kurdistanê gorên endamên PKK û YPS'ê, dibin hedefa êrîşan û tên xerakirin.

Li navçeya Baxlar a Amedê, li Goristana Yenîkoyê gorên endamên PKK’ê û YPS’ê careke din hatin xerakirin. Vê carê macûna mermerên bi kar anîn û nav û wêneyên li ser kêlan xera kirin. Piştî ku malbat çûne ser gorên zarokên xwe pê derxistin ku nav û wêneyên zarokên wan hatine xerakirin. Malbatan bi derfetên xwe hewl dan ku macûna li ser kêlan rakin.

Beriya niha jî gelek caran polîsan li heman goristanê ziyan dabûna goran û kêlên goran rakiribûn.

Li Kurdistanê di pêvajoya dawî de êrîşên bi ser goristanan de pêk hatin wiha ne:

16 Sibat 2017

Dozgeriya Komarê ya Êlinê û qeyûmê ku hatî ser Şaredariya Êlihê ji bo rakirina kêlên goran ên 23 kesan ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn û di nav wan de Dayika Aştiyê Meryem Bûlût û Aycan Kaya jî hebûn, ku 10’ê Cotmehê di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn teblîgat şandibûn ji malbatan re û piştre kêlên goran hatibûn rakirin.

21 Sibat 2017

Li Wanê bi dehan polîs û wesayitên zirxî li Goristana Taxa Nû ziyan dane goristanan. Polîsan ziyan dane gorên gerîlayên HPG’ê, YJA-Starê, şervanên YPG-YPJ’ê û rengên kesk, sor, zer rakirin, şewitandin. Li ser gelek goran ‘T.C’ nivîsîn.

7 Nîsan 2017

Li navçeya Mazgirt a Dersimê, li gundê Surek ê bajarokê Periyê bi fermana Waliyê Tirk ê li Dersimê û qeyûm Osman Kayman 7’ê Nîsanê leşkeran ziyan dane gorên gerîlayên HPG’ê Sancar Buluç (Seyîd Riza) û Baran Çetînkaya (Birûsk Dersim)

28 Nîsan 2017

Li navçeya Gever a Colemêrgê, goristana li Taxa Ormanê ji hêla polîsên tîmên taybet ve hate xerakirin. Li ser kêlên goran nivîsa ‘Leş’(‘Kelaş’) nivîsin.

5 Hezîran 2017

Li herêma Kato ya navçeya Elkê ya Şirnexê bi tevlêbûna gelek leşker û polîstan 18’ê Nîsanê operasyonekê dest pê kir û gorên PKK’yiyan hatin xerakirin. Li Zozana Meydan Kolyayê ‘Şehîdgeha Şehîd Kurtay Faraşîn’ bi kepçeyan hate xerakirin. Di goristanê de ji bilî goran devera ku ji bo serdanvanan jî hatîbû çêkirin hate xerakirin.

Derdora goristanê jî 14’’ê Mijdara 2015’an bi êrîşa hewayî hate bombekirin.

12 Hezîran 2017

Ziyan dane gora bîrdarî ya siyasetmedara Kurd Sakîne Cansiz ku 9’ê Çile ya 2013’an bi Fîdan Dogan, Leyla Şaylamez re hatibû qetilkirin. Li ser gorê, ku 2 kîlomtere dûrî Dersimê ye, li Goristana Asrî ya Dersimê dîwarek hatibû danîn. Li ser dîwarê 3 metre bilind wêneyê Sakîne hebû û her wiha stêrk û perên kevokê.

Di êrîşê de hewl dan ku perên kevokê û stêrk rakin. Bi cismekî hişk beşek ji perê kevokê û sembola stêrkê hate rakirin.

Herî dawî faşîstan êrîş biribûn ser gora Hatûn Tûglûk diya Aysel Tûglûk alîkara Hevserokê Giştî yê HDP’ê û cenaze ji gorê hatibû derxistin û li Dersimê hatibû veşartin.