Goristana Ermenan hate xerakirin
Goristana Ermenan a li taxa Kalecîk a navçeya Tûşba ya Wanê bi makîneyên kar hate xerakirin.
Goristana Ermenan a li taxa Kalecîk a navçeya Tûşba ya Wanê bi makîneyên kar hate xerakirin.
Taxa Kalecîk a navçeya Tûşba ya Wanê ku bi navê Lezkê jî tê naskirin, piştî Qirkirina Ermenan a 1915'an hate valakirin.
Dêr û dibistana li taxê bi demê re hilweşiyan, piştî erdheja li bajêr jî TOKÎ li taxê avahî çêkir.
Goristana Ermenan a li taxê jî ji aliyê kesekî ku tê îdîakirin xwediyê erd e çend roj berê bi makîneyên kar hate xerakirin.
Kêlên ku ji şûna wan hate derxistin, ax xistin şûnê. Her wiha hestiyên li hin gorên goristanê li derdorê hatin belavkirin.