Gorên li Amedê hatin xerakirin
Li Goristana Yenîkoy a li navenda bajarê Amedê, gorên endamên PKK û YPS'ê hatin xerakirin.
Li Goristana Yenîkoy a li navenda bajarê Amedê, gorên endamên PKK û YPS'ê hatin xerakirin.
Gorên endamên PKK û YPS'ê yên li Goristana Yenîkoyê, careke din hatin xerakirin. Bi rêya macûn, nav û wêneyên li ser kevirê goran hatin xerakirin. Welatiyên ku di dema serdanê de dîtin bi gorên zarokên wan hatine lîstin, bi derfetên xwe hewl dan sererast bikin.
Berê jî polîsên Tirk gelek caran bi goran lîstibûn, xera kiribûn û hin kevir jî rakiribû.