Goran û Komela beşdarî rûniştina parlementoyê nabin

Tevgera Goran û Partiya Komela Îslamî , îro beşdarî rûniştina yekem a Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê nabin.

Tevgera Goran û Partiya Komela Îslamî , îro beşdarî rûniştina yekem a Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê nabin.

Tevgera Goran piştî civîna meclîsa partiya xwe û şûnde, ragihand kû beşdarî civîna parlementoyê ya saet 19:00’an a ku dihat plankirin pêk were nabin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Komela Îslamî ve jî hate kirin, hat diyarkirin ku ji ber ku naveroka civîna ku bi rewşek awarte kete rojevê nizanin, beşdarî nakin.

12’ê Cotmeha 2015’an, PDK’ê Serokê Parlementoyê Dr.Yûsûf Muhemed ê ji Tevgera Goran rê neda ku bikeve Hewlêrê û deriyê parlementoyê kilît kir.

Di hilbijartina 2013’an de PDK 38, Tevgera Goran 24, YNK 18, Yekgirtû Îslamî 10, Komeleya Îslamî jî 6 kursî bidest xistibûn. Kusiyên din jî li ser kêmenetewan hetibûn belavkirin.

Piştî pêvajoya 9 mehan a piştî hilbijartina 2013’an a Başûrê Kurdistanê PDK, YNK, Tevgera Goran, Yekgirtû Îlamî û Komela Îslamî koalîsyoneke bingehîn a berfireh hikûmet ava kir.