Goran: DYA ji sedî sed li dijî referandûmê ye

Endamê Odeya Dîplomasî ya Tevgera Goran Wiyar Omer, nûnerê taybet ê Trûmp McGrûk di serdana xwe ya ji bo partiya wan de gotiye: “DYA ji sedî sed li dijî pêkanîna referandûmê ye.”

Heyetek a rayedarên DYA'yê bi serokatiya nûnerê Serokê DYA’yê di nav koalisyona şerê dijî DAIŞ’ê de Brett McGûrk ji bo guftûgokirina li ser referandûm, vebûna parlamentoya Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran kir. Hevdîtina wan bi dawî bû.

 Endamê Odeya Peywendiyên Dîplomasî yê Tevgera Goran Wişyar Omer piştî hevdîtinê derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyanî da û got: "Birêz Brett McGûrk ji me got ku ji Waşîngtonê hatine ji bo ku hemû aliyên siyasî bi zanin ku Amerîka ji sedê sed li dijî referandûma 25'ê Îlonê ye. Brett McGûrk destnîşan kir ku ligel Bexda guftûgo kiriye û amadene ji bo damezrandin û çêkirina çarçoveya peywendiyên di navbera Herêma Kurdisanê û Bexda yê de. Wê vê mijarê ji bibin parlamentoyê û hefteya bê li ser biaxvin."

Endamê Odeya Peywendiyên Dîplomasî yê Tevgera Goran Wişyar Omer herî dawî ev tişt got: "Nûnerê Serokê Amerîka Brett McGûrk ragihand ku ligel Freransa, Berîtanya wê li Bexda tîmekê ava bikin, ji bo hemû pirsgirêk û krîzên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de çareser bikin û garantî hebe. Peyama sêyem jî ew bû ku bi rêya Paralementoyê referandûm bê paşxistin."

McGrûk, piştî hevdîtina duh li gel Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî û şûnde îro bi heyeta YNK’ê û Goran re civiya. McGrûk, bi hevjîna Celal Telebanî yê ku Serokê YNK’ê û heman demê endamê pulîtburoyê Hêro Îbrahîm Ehmed, Lahûr Şeyh Cengî û rêveberên partiyê re civiya.