Gora Tahir Elçî xira kirine
Gora Serokê berê ya Baroya Amedê Tahir Elçî ya li Goristana Yenîkoy ku sala 2015’an li Sûrê hate qetilkirin, xira kirine.
Gora Serokê berê ya Baroya Amedê Tahir Elçî ya li Goristana Yenîkoy ku sala 2015’an li Sûrê hate qetilkirin, xira kirine.
Li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê, hin kes an jî kesên nenas gora Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku di sala 2015'an de li Sûrê hatibû kuştin, texrîb kirin. Hesinên li dora gora Elçî hatine rakirin û deriyên hin gorên li derdorê jî hatine dizîn.
Welatî îro gava piştî nîvro çûn ser gorên xizmên xwe, pê hesiyan ku gor hatiye texrîbkirin û deriyên goran hatine dizîn.