Gola Sixkê qerisî

Li herêma Serhedê ji ber barîna berfê û sira zêde gola Sixkê qerisî.

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê gola Sixkê ya ku jiyanê dide masiyan û gelek zindiyên din, ji ber sir û seqama zêde qerisî. Li gel sir û seqemê li aliyekî vê golê gelê Wanê bazirganiya lawiran dikin. Li herêmê nêzî 15 santîmetreyan berf bilind bûye. 

Gola Sixkê ya ku di her demsalê de bi rengê cuda xweşikbûna xwe dide der, bi mij û rengê spî hate xemilandin. Gola Sixkê bi vê xweşikbûna xwe dilê gelê Wanê geş dike.