Girtiyên PKK'yî xistine qewîşên li kêleka yên DAÎŞ'iyan

Girtiyên ji doza PKK'ê yên ji Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Manîsa-Akhîsarê hatin kirin, li qewîşên li kêleka yên çeteyên DAÎŞ'ê tên hiştin.

Hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê kiryarên xerab, êşkence, zext û zordariya li girtiyên siyasî dike, roj bi roj dişidîne. Girtiyên ji doza PKK'ê ku hefteya bihurî ji Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Manîsa-Akhîsarê hatin kirin, li qewîşên li kêleka yên çeteyên DAÎŞ'ê tên hiştin. Ji girtiyan Vedat Kaya bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku ew bi lez û bez ji Sîlîvriyê sirgûnî Akhîsarê hatine kirin.

Kaya got, "Em ji nişka ve ji Sîlîvriyê sirgûnî Akhîsarê kirin. Di dema rêwîtiyê de nehiştin ku em bêhnê vedin. Ji bo pêwîstiyên xwe yên xwarin, vexwarin û tiwaletê me gelek caran ji wan re gotin, lê red kirin. Piştî ku em anîn Tîpa T a Akhîsarê, em li beşa ku qewîşên DAÎŞ'î lê ne belav kirin. Niha li odeyên li aliyên me yên çep û rastê, DAÎŞ'î hene. Eşkere ye ku di dema pêş de di navbera me û wan de wê pirsgirêk derkeve."

Kaya bang li saziyên mîna Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) kir û got, "Bi zanebûn em xistin qewîşên li kêleka yên DAÎŞ'iyan. Hemû hevalên me yên em bi hev re hatin sirgûnkirin belav kirin. Em ji ewlekariya jiyana xwe bi fikar in. Di vê mijarê de divê hûn gavên pêwîst biavêjin. Divê komeleyên mafên mirovan tavilê heyetekê bişîne."

Malbata Kaya jî serî li Şaxê ÎHD'ê yê Amedê da.