Girtiyên li Xarpêrtê ranekirin nexweşxaneyê

Hevserokê OHD'ê parêzer Bunyamîn Şeker diyar kir, girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dawî li greva birçîbûnê anîne ranekirine nexweşxaneyê û lîsteya diyetê li kantînê nîne.

Girtîgeha Xarpêtê ku ji roja vebûye bi binpêkirina mafên mirovan û kiryarên xerab her di rojevê de ye, girtiyên li wê girtîgehê di greva birçîbûnê de bûn ranekirine nexweşxaneyê.

Hevserokê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Bunyamîn Şeker ku di nava Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê ya Amedê de ye, li ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de bûn ji ANF'ê re axivî. Şeker bi bîr xist, li girtîgehên tîpa D û T ên Amedê û Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê 235 kes di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bûn. Şeker ragihand, tehlîla xwîna wan gihîştiye nexweşxaneyan, doktor dibêjin bi giştî 'rewşa wan baş e' û anî ziman, lîsteya diyetê hatiye amadekirin û hewl tê dayin ku rewşa wan di kontrolê de be.

Şeker diyar kir, piştî ku 26'ê Gulanê hate ragihandin ku grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûne, wan bi saziyên maf û hiqûqê yên li Amedê re hevdîtin kirine û got, "Me maseyeke krîzê û heyeta şopandinê ava kir. Me 8 bajarên ku karibin ji wan deveran li rewşeke krîtîk dest werdin tespît kir. Li ser vê yekê tevî hevalên xwe yên parêzer em li wan herêman belav bûn. Ji bo çalakgerên greva birçîbûnê sewqî nexweşxaneyan bên kirin û li gorî algorîtmaya ji aliyê doktorên TTB ve hatiye diyarikrin bên tedawîkirin tevî hevalên xwe yên parêzer em li wan bajaran belav bûn. Ji 26'ê Gulanê heta 27'ê Gulanê hevalên me li bajarên Erzîngan, Meletî, Elbîstan, Sêwereg, Gumuşhane û Baybûrtê bûn."

Şeker ragihand ku li bajarê Erzîngan, Meletî û Elbîstanê di veguhastina çalakgeran ji bo nexweşxaneyê de pirsgirêk derneket û bal kişand ser pirsgirêkên li Xarpêtê: "Li Xarpêtê encama ku em dixwazin me hîn bi dest nexistine. Mixabin hem rêveberiya girtîgehê hem jî dozgerî bi rengekî xemsar tevdigerin. Li wir 12 kes mehên Kanûn û Çileyê ketibûn greva birçîbûnê. Lê belê ew ranekirine nexweşxaneyê. Li girtîgehê li revîrê tehlîla xwîna wan kirine."

Şeker anî ziman, ji bo rewşa li Xarpêtê bişopînin ew her roj diçin wê derê û got, "Der barê rewşê de em bi rêveberiyê û dozgeran re hevdîtinan dikin. Lê belê rêveberiya hejmara 2'an bi me re hevdîtinê nake. Rêveberiya girtîgehên hejmara 1'ê û ya Girtî ya Jinan di hevdîtinan de ji me re gotin ku ew bi rengekî hesas nêzî rewşê dibin û tedbîrên pêwîst werdigirin, lê belê çalakgerên greva birçîbûnê di hevdîtinê de ragihandin ku kiryareke cuda li dijî wan tê kirin. Ji bo koma destpêkê ya çalakgerên greva birçîbûnê lîsteya diyetê ya doktoran gihîştiye beşeke ji wan, lê negihîştiye beşeke din. Mirovên ku nexweşiya mîdeya li wan rû daye nebirine nexweşxaneyê."

Şeker anî ziman, bi rêya parlamenteran ew hewl didin bi Wezaretên Tenduristî û Edaletê re têkiliyê deynin û got, "Eger nebin nexweşxaneyan qet nebe bila li kantînê lîsteyeke wan a diyetê hebe. Em hêvî dikin ku wê bi rengekî hesas nêzî pêvajoyê bibin. Em rewşê dişopînin û em ê her bişopînin."