Girtiyên li Girtîgeha Vekirî ya Amedê serî hildan

430 girtiyên li Girtîgeha Vekirî ya Amedê dimînin ku li ser rêya Erxeniyê ye, li dijî kiryarên îradeya girtîgehê serî hildan. Malbatan jî rê li trafîkê girtin û destek dan girtiyan.

430 girtiyên li Girtîgeha Vekirî ya Amedê dîl girtî ne, ku girtîgeh îsal hate vekirin, li dijî kiryarên îdareyê serî hildan.

Raperîna girtiyan piştî gefên gardiyanan dest pê kir û ji bo şermezarkirina pêkanînên li girtîgehê, girtî dawiya hefteyê tevlî hevdîtinan nebûn. Li ser vê yekê gardiyan derbasî avahiay îdareyê bûn. Girtî jî li hewşa girtîgehê man û dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "zext nikarin bi me" qîriyan. Malbatên ku ji bo dîtina zarok û xizmên xwe hatin ber girtîgehê, ji bo destekê bidin girtiyan rêya li ber girtîgehê li trafîkê girtin. Gelek polîs û wesayitên zirxî sewqî girtîgehê hatin kirin. Rewşa aloz a li girtîgehê dewam dike.

Polîsên Tirk malbatên girtiyan ji ber girtîgehê birin. Tê gotin, dibe ku polîs êrîşê bibin ser girtiyan.

Wekî din, hate ragihandin ku di dema raperînê de girtiyekî xwestiye li dijî kiryarên îdareyê xwe ji şibakeyê biavêje û girtiyên din ên derdora wî pêşî lê girtine. Nayê zanîn ku li girtîgehê ji ber bûyera rû daye kesek birîndar bûye yan na.

Girtiyekî bi rêya telefonê li Ajansa Mezopotamyayê (MA) geriya û ev agahî da: "Gardiyan di vardiya sibehê de me saetek, du saetan disekinînin. Dema ku em ji wan dipirsin, bê çima me ewqasî di binê tavê de dihêlin, gardiyan gefê li me dixwin. Gardiyanên ku piştre deriyên girtîgehê digirin, boçikên çixareyê bi me didin komkirin. Gardiyan gefa 'ez ê çixareyê di rûyê te de vemirînim' li kesên ku li vê yekê radin dixwin. Tevî vê yekê li qawîşa ji bo 10 kesî, 12 kes tên hiştin. Odeya kişandina çixareyê kirine odeya berber. Ji ber ku em li korîdorê çixareyê dikişînin, gardiyan derbarê me de raporê dinivîsînin. Nêzî 6 meh in destûr ji mehkûman re nayê dayin. Ji bo şermezarkirina van kiryaran me jî biryar dan ku bi malbatên xwe yên tên serdanê re rûnenên. Em li bendê ne ku Serdozgerê Komarê bê girtîgehê."