Girtiyê bi nexweşiya dil nayê dermankirin

Omer Açar ê bi nexweşiya dil, ku ev du sal in li Girtîgeha Alanyayê girtî ye, nayê dermankirin. Hevser û zarokên Açar bang li rayedaran û raya giştî kirin û xwestin, Açar bê dermankirin.

Girtiyê bi nexweşiya dil Omer Açar û kurê wî Azad Açar, 10 kîlometre dûrî navenda Colemergê karsaziya loqentê dikirin. Di Tebaxa 2010'an de nêzî loqenteya wan a li aliyê geliyê Zapê şer di navbera polîs û gerîlayên HPG’ê de derket. Piştî şer, bi hinceta 'alîkarî dane rêxistinê' Omer Açar û kurê wî Azad Açar hatin girtin û piştî ku 9 mehan li girtîgehê man hatin berdan.

Li hemberî wan doz hate vekirin û di encamê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Omer Açar hate birîn. Açar ku di geşta kar de li Mêrsînê hat girtin, birin Girtîgeha Tîpa L a navçeya Alanya ya Antalyayê. Açar berî bê girtin ji dilê xwe emeliyeta bûbû û stent bi dilê wî ve girêdabûn.  

'HEVJÎNÊ MIN NAYÊ DERMAN KIRIN'

Hevjîna Açar Nêrgiz Açar diyar kir ku rayedarên girtîgehê hevjînê wê derman nakin û wiha axivî: "Berî bi du salan stent bi dilê hevjînê min ve girêdan. Doktoran gotin, 40 ji sedî yê dilê hevjînê min dixebite, lewma divê xwe ji diltengî û stresê vegire."

'LI QEWÎŞÊ ZEXT LÊ TÊ KIRIN'

Açar destnîşan kir ku bi hevjînê wê re 35 kes li odeyekê de dimînin û got: "Zêdeyî saleke hevjînê min nebirine cem doktor. Dermanên wî tên bisînorkirin. Cara yekê, hefteya çûyî birin cem bijîşk û ji wî re gotin 40 ji sedî yê dilê te dixebite. Hevjînê min dibêje ew li qewîşê pir zilmê dibînin. Heta niha 3-4 çaran hevjînê min krîza dil derbas kiriye, lê tenê wî birine heta revîra girtîgehê û dema hatiye ser hişê xwe cardin anîne qewîşê." Açar diyar kir ku hevjînê wê ji ber hewaya nemê pirsgirêkan dijî û dixwaze hevjînê wê sewqî girtîgeheke li herêmê bê kirin. 

'PEREYÊ JÊ RE TÊ ŞANDIN, NADIN WÎ'

Lawê Açar ku di sala 2011'an bi bavê xwe hate girtin û piştre hate berdan Azad Açar jî, diyar kir ku bavê wî ji bo rapora tenduristiyê bigire, çend caran serî li rayedarên girtîgehê daye û got: "Di encamê de tiştek derneket holê. Herî dawî rayedarên girtîgehê gotin, ji bo em bavê te bibin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê û were derman kirin, divê hûn 4 hezar û 500 lîre razînin. Me ev yek bi cih anî, lê hê jî bavê min ji Alanyayê dernexistine. Ji bo em balê bikişînin ser tenduristaya bavê min, me çend  caran serî li rayedaran da. Lê kesekî dengê me nebihîst. Ji bo bavê min bibin Stenbolê û rapor bidinê pereyê ji me xwestin me razand. Lê hîna bavê min ji Alanyayê dernexistine. Ji bo pereyên me şûnde bidin me, me serî li rayedaran da, lê serîlêdana me red kirin. Em dixwazin nexweşiya bavê min bê dîtin û em dixwazin raporê bidinê."