Girtiyê 83 salî bi kelepçekirî birin nexweşxaneyê, bi kelepçekirî vegerandin girtîgehê

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê hiştin, li gel serlêdanan jî nayê berdan. Ji ber rewşa wî giran bû bi kelepçekirî ew birin nexweşxaneyê û bi kelepçekirî jî vegerandin girtîgehê.

Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiye, di 17, 18, 19, 20 û 24 Gulanê de, rewşa wî giran bû û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê. Lê ji ber ku li nexweşxanê nehat razandin, ew paşve şandin girtîgehê. Ozkan di 25’ê Gulanê de cara 6’emîn bi kelepçeyê sewqî Nexweşxaneyta Gazî Yaşargîlê kirin. Ozkan ê anîn nexweşxaneyê, bi zorê dikarî bimeşe û li gel vê yekê jî destên wî hatibûn kelepçekirin. Ozkan di 3 rojên li nexweşxaneyê jî, bi textê razanê ve hat kelepçekirin.

Kurê Ozkan Vedat Ozkan diyar kir ku bavê wî bi destkelepçekirî doh bi şev li wesayita rîngê siwar kirin û li Girtîgeha Tîpa D a Amedê vegerandin.

Keça Ozkan Selma Ozkan, anî ziman ku bi hinceta dermankirina bavê wê qediya birin girtîgehê û wiha axivî: “Bavê min dîsa bi kelepçeyê û li ser kursiyê rûniştandî birin girtîgehê. Rewşa bavê min girane. Em ê derbarê rewşa wî de bi parêzeran re hevdîtin bikin."