'Girtina HDP’ê wê bibe sedema ku em têkoşînê geş bikin'

Siyasetmedarên ji Wanê nerazîbûn nîşanî doza girtina HDP’ê dan û bang li hikumetê kirin ku bila dev ji vê helwesta xwe berde. Siyasetmedarên Kurd gotin ‘Girtina HDP’ê wê bibe sedema geşkirina têkoşînê.’

Alîkarê Hevserokatiyê yê HDP’ê Umît Dede, Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç, Hevserokê HDP’ê Wanê Fîkret Dogan, Hevseroka DBP’a Wanê Gulderen Varli, Endamên Meclîsa Partiyê yên HDP’ê Okkeş Kawa û Ejder Ekîncî doza girtina HDP’ê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê û coşa mezin a li qadên Newrozê ji ANF’ê re nirxandin.

Alîkarê Hevserokatiyê yê HDP’ê Umît Dede diyar kir ku îddîanameya li dijî HDP’ê ji wan re nehatiye ragihandin û bi awayekî korsan di çapemeniyê de hatiye belavkirin. Dede got ku, “Heke bi rastî jî îddîaname ev be, ji bo Tirkiyeyê şermeke mezin e. Hincetên di îddîanameyê de lêpirsînê berê yên li ser hevalên me kirine delîl. Di van lêpirsînan de hevalên me beraet kirine. Di heman demê de ji sedî 90’ê lêpirsînan hê didome. Di vir de xala masûmiyetê hatiye binpêkirin.

Derbarê Selahattîn Demîrtaş û Sirri Sureyya Onder biryara îhlalkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn heye. Axaftinên sendîkavanan jî xistine îddîanameya HDP’ê. Me gelek caran gotiye, ev berê gelek caran hatiye kirin lê tu encam nehatiye bidestxistin. Gelê me li qadên Newrozê li hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê baweriya xwe ya ji bo HDP û têkoşîna me careke din derxistine holê. Biryara girtinê wê ji bo me bibe hinceta ku em bi xurtî li rêya xwe bidomînin.”

TIŞTA KU LI SER SINDOQAN NEKIRINE DIXWAZIN BI RÊYA DARAZÊ BIKIN

Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç jî diyar kir ku li welat rewşeke awarte heye û got, “Li welat krîzeke ekonomîk heye. Di qada navneteweyî de têkiliyên bi Ewropa û DYE gelekî xerab in. Sedema vî tiştî jî pirsgirêkan Kurdan e. Polîtîkaya navxweyî û derve ya Tirkiyeyê tune, tekane polîtîkaya wê astengkirina destkeftiyên Kurdan e. Krîza siyasî kûrtir dibe. Partiya me 3 sal in serî li Wezareta Navxweyî daye lê bersivê nadin serlêdana me. Dewletê derbarê partiya me fermaneke fermî nedaye lê îro bi awayekî fermî fermana girtina HDP’ê daye. Ev ne dozeke hiqûqî ye, dozeke siyasî ye. Tişta ku li ser sindoqan nikarine têk bibin, hiqûqê ji xwe re dikin çek û dixwazin wisa têk bibin. Lê gelê Kurd daket qadan û ji hikumetê û dinyayê re ragihand ku ew çiqasî xurt e.”

NEWROZ JI BO HEMÛ KESAN PEYAM E

Endamê Meclîsa Partiyê Ejder Ekîncî jî got ku, “Rejîma AKP û MHP’ê hefteyeke dawîn e, li ser tevgera siyasî ya Kurdan înkar, îmha û tunekirin daye meşandin lê bi sed hezaran kes daketin qadan. Bi sed hezaran kes Newroz bi coş pîroz kirin. Li dijî doza girtina HDP’ê gelê Kurd daket qadan û bersiv da vî tiştî. Îro li zindanan jî 116 roj in greva birçîbûnê heye. Li hemberî tecrîdê berxwedaneke xurt heye û li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedaneke bi coş heye.

Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan jî got ku “Wekî ku hûn jî dizanin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne bi tenê li ser wî ye, tecrîda li ser hemû gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye. Gelê me îro li qadên Newrozê diyar kir ku ew tu carî vî tiştî qebûl nakin.Bersiva gel li holê ye.Ev tişt tê wateya ‘Em tecrîdê qebûl nakin û piştgiriyê didin grevên birçîbûnê.”

HDP PARTIYA GEL E

Hevseroka DBP’a Wanê Gulderen Varli diyar kir ku HDP ne avahiyek e û got ku,”HDP partiya bi milyonan kesan e. Gelê me îro li kolan û malan diyar dike ku wê fikra xwe bidomîne. HDP ne partiyeke tabelayan e, na avahî ye. HDP cîhana fikran e. Gelê me îro li qadên Newrozê bersiv daye tecrîdê. HDP hêvî ye, kes nikare hêviyê qufle bike. Divê ev tişt ji Tirkiye û dinyayê were dîtin.”

Endamê Meclîsa Partiyê Okkeş Kawa diyar kir ku partiya wan 7 caran hatiye girtin lê her carê bi xurtî vegeriyaye û got, “Bloka faşîst a AKP û MHP’ê îro tengijiye û ji ber vê ji bo girtina HDP’ê doz vekiriye. Lê gelê me îro li qadan bersivê dide vî tiştî. Ligel hemû astengkirin û zextan jî gel daket qadan û bersiveke xurt da girtina HDP’ê û tecrîdê. Gelê me bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd daye. Îro me dîsa dît ku mûxatabê pêşîn ê çareseriyê rêzdar Abdullah Ocalan e. Dema ku maseyên aştiyê hatin danîn û hevdîtin bi rêzdar Ocalan re hate kirin wê her roj cejn û Newroz werin Rojhilata Navîn.”