Girtina deriyê Perwêzxanê bû sedem ku 3 hezar bêkar bimînin

Deriyê Sînor ê Perwêzxanê yê ku li Kirmanşanê vedibe ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin. Ji ber girtina derî 3 hezar kes bêkar man.

Deriyê sînor ê Perwêzxanê yê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de beriya referandûma 25’ê Îlonê ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin. Girtina vî derî derbê li aboriya Kirmanşanê dide. Ligel ku rayedarên Îranê diyar dikirin ku piştî demeke kurt wê deriyê sînor were vekirin lê hê jî derî ji bazirganiyê re girtî ye.

Ji ber ku ev derî bi mehan e girtiye, li Kirmanşanê bi hezaran kes bêkar man. Meha borî li Kirmanşanê erdhejek jî çêbûbû û bi ser de girtîbûna derî derbên mezin li aboriya Kirmanşanê dide.

Serokê Odeya Bazirganiyê yê Kirmanşanê Keywan Kaşîfî diyar kir, ji ber ku bi mehan e deriyê Perwêzxanê girtiye li eyaleta Kirmanşanê nêzî 3 hezar kes bêkar mane. Kaşîfî diyar kir ku erdheja di 12’ê Mijdarê de jî derbeke mezin li aboriya Kirmanşanê xistiye.