Gerîllayan li Heftanînê çalakî li dar xistin

Gerîlayên HPG û YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de li dijî artêşa Tirk a dagirker ya li Girê Şehîd Şêxmûs çalakiyek li dar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakîyên gerîlayan û êrîşên dagirker daxuyanî da.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 30’ê Cotmehê saet di 13.00’an de hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, li dijî artêşa Tirk a dagirker a li Girê Şehîd Şêxmûs çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de hêzên me li çeper û stargehên dijmin dane û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di 30’ê Cotmehê saet di 23.00’an de derdora gundê Şikeftiya ya Garê, di 31’ê Cotmehê saet di navbera 09.00 û 14.00’an de qada Tepê Sor a herêma Avaşînê, saet di navbera 10.00 û 11.00’an de jî Geliyê Suredê, Girê Şehîd Egîd û Geliyê Şehîdan a Qendîlê bomberdûman kirine.

Di van bomberdûman de tiştek bi hêzên me nehatiye.”