Gerîlayên YJA Starê: Werin tevlî cengê bibin

Gerîlayên YJA Starê li ser êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk gotin, "Ji bo pêşî li qetilkirina Kurdan bê girtin divê her kes rabe ser piyan. Bi taybetî ciwan rahêjin çekê û tevlî vê cengê bibin."

Dewleta Tirk ku ji 14'ê Nîsanê û vir ve bi bombardûmana giran a hewayî hewl dide li Zap û Avaşînê bi cih bibe, ji ber ku nekarî vê bike, bi piştgiriya PDK'ê vê carê giranî da êrişên hewayî û bejahî. Bombeyan li tunelên şer dibarîne û çekên kîmyewî bi kar tîne.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi tecrûbeya ji êrişên par wergirtî, bi însiyatîfeke hîn xurt di roja 27'an de li dijî dagirkeriyê şer dikin.

Gerîlayên YJA Starê şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxandin û bang li jin û ciwanan kirin.

'ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ DI HEMAN DEMÊ DE LI HEMBERÎ JINAN E'

Rêbîn Awaz: Êrişên ku niha li ser heremên me tên meşandin ji her alî ve li dijî exlaqê ne. Li derveyî pîvanên şer e. Em ê li hember wan tu carî bêbersiv nemînin. Wek gerîlayên YJA-STAR’ê li ku derê dibe bila bibe em ê li dijî artêşa dagirker bisekinin. Divê gelê me jî xwedî helwest be. Bi taybetî ciwanên ku dikarin çekê rabikin divê tevlî vê cengê bibin.

Dijminê dagirker dixwaze Kurdan hemûyan qir bike. Ji ber wê yekê divê her kes li hember dagirkeriyê xwedî helwest be û bibe bersiv. Em wek gerîla ji bo pêşî li qirkirinê bigirin em ê heta dawî têbikoşin.

Ew êrişên dagirkeriyê di heman demê de li hember jinan e. Li çiyayên Kurdistanê têkoşîna azadiya jinan bi rengekî xurt tê meşandin. Dijminê dagirker dixwaze bi êrişên xwe vê têkoşînê ji holê rabike. Ji ber wê yekê divê hemû jin bi vê têgihiştinê rabin ser piyan û li dijî dagirkerî bikevin nava liv û tevgerê.

'ERKA ME YE KU JI BO GELÊ XWE BIBIN FEDAÎ'

Çavreş Ozgur: Wek gerîla erka ku dikeve ser milê me ew e ku ji bo Serokê xwe ji bo gelê xwe li ber xwe bidin û li dijî dagirkeriyê şer bikin. Dewleta dagirker di vê baş bizanibe tu carî nikare vîna gerîla bişkîne. Ji ber ku li hember şerê gerîla tengav bûye çekên qedexekirî û kîmyewî bi kar tîne. Dewleta dagirker bi exlaqê şer nizane. Hemû rêbazên dijî mirovahiyê pêk tîne, lê belê dîsa jî nikare li hemberî gerîla bi ser bikeve.

Wek gerîla di her şert û mercî de li hember dagirkeriyê em ê li ber xwe bidin. Em ê şer bikin, gelê xwe û Serokê xwe azad bikin. Erka me ev e ku ji bo gelê xwe bibin fedaî. Bangawaziya min di serî de li Başûr û li tevahiya gelê Kurdistanê ye ku li hember dagirkeriyê rabin. Ji ber ku dagirkeriya Tirk li pey sînorê Mîsakî Mîllî ye û dixwaze heta Mûsil û Kerkûkê bi cih bibe. Ji bo ku pêşî li qetilkirina Kurdan bê girtin divê her kes rabin ser piyan û li ber dagirkeriyê rabin.