'Gerîlayên YJA Starê wê pêşengiyê ji berxwedanê re bikin'

Ji fermandarên YJA Starê Gulan Avaşînı berxwedana li herêma Avaşînê nirxand ku nêzî 2 meh in dewam dike û destnîşan kir ku Pêngava Bazên Zagrosê bi ruhê fedayî yê gerîla wê bi ser bikeve.

Ji Fermandarên YJA Starê Gulan Avaşîn anî ziman, ku operasyonên têne meşandin ji rêzê nîne û got, "Em niha li Avaşînê di çeperê de ne. Şerê ku li vir dewam dike ji bo me rewşeke nû nîne. Di dîroka têkoşîna me de gelek operasyon û şer qewimîn. Li dijî operasyonan her tim bi ruhê Apoyî berxwedan hate nîşandan û derbên giran li artêşa Tirk hate xistin."

Fermandara YJA Starê têkildarî operasyona ku 23'ê Nîsanê dest pê kir û navê 'Pence-Yildirim' lê hatiye kirin ev nirxandin kir:

"Di vê operasyonê de taktîkên Elmanan ên di şerê cîhanê yê duyemîn de bi kar tînin. Bi lêdana derbên ji nişka ve dixwaze xeta parastinê bişikînin. Ji ber vê yekê jî bi helîkopterên Kobra, Skorsy û balafirên şer êrişên giran dikin. Lê belê hêza gerîla ya li hemberî wan naşibe hêzeke cuda. Ji destpêka operasyonê ve hevalan derbên giran li dijmin xistin. Ruhê bi felsefeya Rêber Apo ruhê fedayî ye. Li Mamreşo, Mervanos, Metîna û Zapê bi ruhê Zîlan têkoşîn tê meşandin.

'LEŞKERÊN TIRK DI REWŞEKE TRAJÎKOMÎK DE NE'

Leşkerên Tirk di rewşeke trajîkomîk de ne. Dema ku pel biheje yekser bi obus û hawanan derdora xwe bombe dikin, guleyan direşînin. Mîna ku dar û kevirên Kurdistanê hemû bûne artêşa gerîla û bi ser leşkerên Tirk ve diçin. Rewşa wan bi rastî jî trajîkomîk e. Hikumeta heyî ya şer ne tenê bombeyan li çiyê dibarîne, li her devera Kurdistanê bi vî rengî tevdigere. Li pêş çavên wan her keçeke Kurd mîna bombeya zindî ye, her ciwanekî Kurd mîna milîtanekî ye û li dijî wan şer dike. Lewma artêşa Tirk veguheriye artêşeke şîzofrenî.

'GERÎLAYÊN YJA STARÊ WÊ PÊŞENGIYÊ JI VÎ ŞERÎ RE BIKIN'

Hikumetên berê jî ceribandin û bi heman rê û rêbazê êrişî gerîla kirin. Lê belê ti ji wan bi ser neketin, nekarîn encamê werbigirin. Em hêzên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin, ne tenê li ber xwe didin di heman demê de bi ruhê êrişê tevdigerin. Di her kêliyê de em li wan dixin û em ê wan poşman bikin ji ber ku hatine vê derê. Mirov tenê li xaka xwe, bi parastina xaka xwe dikare jiyanê li xwe watedar bike. Weke mirovên li vê xakê ji dayik bûne û mezin bûne, em ê bi dilsoziya bi xaka xwe re derbên mezin li dijmin bixin. Hêzên ku hewl didin paradîgmaya Rêbertî û têkoşîna me tune bikin bila bi vê zanibin; Ya em ê bi ser bikevin ya em ê bi ser bikevin. Em gerîlayên YJA Starê em ê pêşengiyê ji şer re bikin û nehêlin ku artêşa Tirk û çeteyên wê li xaka me bi hêsanî nefesê werbigirin. Em ê bi zîhniyeta jinê tevlî şer bibin."