Gerîlayên YJA Starê: Komplo bi berxwedana Rêber Apo têk çû

Gerîlayên YJA Starê gotin, "Çawa ku Rêber Apo komplo bi berxwedana xwe têk bir, li Efrînê jî wê bi ruhê Avestayan komploya navdewletî têk biçe."

Gerîlayên YJA-Starê bi wesîleya salvegera komploya navdewletî ya ku weke 'roja reş' tê pênasekirin ji ANF re axivîn. Gerîlayên YJA-Starê komploya navdewletî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û bal kişandin ser girîngiya geşkirina têkoşînê.

'TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BI SAYA RÊBER APO MEZIN BÛ'

Gerîlayê YJA-Starê Bêrîtan Efrîn di destpêkê de destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin bûye û got,"Bi komploya 15'ê Sibatê re dewleta Tirk û hevkarên wê xwestin ji bo gelê Kurd û PKK'ê pelekî reş vekin. Lê belê îro tê dîtin ku ew pelê reş li wan vegeriya ye. Her ku diçe dewleta Tirk li bin dikeve û ji ber vê yekê êrîşên xwe yên li dijî mirovahiyê zêde dike."

Berîtan Efrîn got, roja 15'ê Sibatê weke gerîlayên Kurdistanê ji bo wan û ji bo tevahî gelan rojeke reş e û wiha dewam kir: "Dema mirov hovîtiya dewleta Tirk dibîne hêrsa mirov a li dijî dijmin zêdetir dibe. Zilmkar û desthilatdar her tiştî dikin. Weke şervanên azadiyê, gerîlayên Kurdistanê, em çiqasî bi ramanên Rêber Apo têbikoşi wê mirovahî jî ewqasî bi ser bikeve."

'LI EFRÎNÊ JÎ KOMPLOYA NAVDEWLETÎ TÊ TÊKBIRIN'

Gerîla Bêrîtan Efrîn bal kişand ser êrîşên li Efrînê û ev yek weke komployeke navdewletî bi nav kir: "Komploya navdewletî li Efrînê jî xwe nîşan da. Tenê ne dewleta Tirk hemû dewlet li hember Efrînê bûn yek. Lê belê li Efrînê wê dewleta Tirk û hemû dewletên pê re tevdigerin li bin bikevin. Ji ber ku ti dewlet nikare bi berxwedana gelan. Ango li Efrînê jî komploya navdewletî tê têkbirin. Dewlet dixwazin Kurdan qir bikin, lê Kurd ne Kurdên berê ne. Kurd êdî serî radikin, mafên xwe dixwazin."

Gerîlayê YJA-Starê Bêrîtan Efrîn herî dawî got, weke şervanên azadiyê helwest û têkoşîna wan heta dawî berdewam e û nirxandina xwe wiha qedand: "Rêber Apo bi berxwedana xwe ya mezin komploya navdewletî têk bir. Teqez em ê jî bi felsefeya Rêber Apo bi ser bikevin û azad bibin. Em ti carî ne li hember dewleta Tirk û ne jî dewletên din serî natewînin. Em ê bi ser bikevin, mirovahî wê bi ser bikeve."

'SALA 2018'AN JI BO ME SALA AZADIYA RÊBER APO YE'

Gerîlaya YJA Starê Sozdar Faraşîn jî li ser komloya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Kurd Abdullah Ocalan axivî û diyar kir ku ew ê li hember komployê têkoşîna xwe geştir bikin. Sozdar Faraşîn got: "Komploya 15'ê Sibatê me têk nabe, berevajî dibe wesîle ku em hîn xurttir tevlî têkoşîna azadiyê bibin. Bi berxwedana gel û gerîla em ê komploya li ser Rêberê xwe li bin bixin. Em sala 2018 weke sala azadiya Rêbertî dibînin. Em ti carî ji bo xwe binketinê qebûl nakin. Ji bo têkbirina komployê weke jin em di her karê şoreşê de cihê xwe digirin."

Gerîla Sozdar Faraşîn behsa Efrînê jî kir û got: "Komploya navdewletî wê li Efrînê jî têk biçe." Sozdar Faraşîn di dawiya axaftina xwe de got: "Komplo me bê hêvî nake, em bêhtir tevlî têkoşînê dibin. Ji ber ku dewletê nekarî gerîal têk bibe, careke din êrîşî gel kir. Em ti carî xilas nabin bila dewlet bi vê zanibe. Em ê bi yekîtiya gerîla û gel vê salê bikin sala azadiyê."

'TI HÊZÊN KOMPLOGER NIKARIN LI BER VÎNA GEL BISEKINE'

Gerîlaya YJA Starê Nûdem Çavrê jî der heqê komploya navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî û  da xuyakirin ku bi saya Ocalan roj bi roj têkoşîn û berxwedana gelan û jinan geştir dibe. Nûdem Çavrê wiha dewam kir: "Berxwedana Rêber APO ya li Îmraliyê ji bo me û civakê bûye hêza cewherî. Ji xwe hemû hêzên komploger li hember berxwedana Rêberê me têk çûne. Ji ber vê yekê wê ti hêzên komploger li hemberî vîna gel nikarin bisekinin."

'GERÎLAYÊN JIN WÊ KOMPLOYÊ BÊ BERSIV NEHÊLIN'

Gerîla Nûdem Çavrê bal kişand ser berxwedana Efrînê jî û diyar kir ku çawa ku Kobanê bi ruhê Arîn Mîrkan bi ser ket wê Efrîn jî bi ruhê Arîn û Avestayan dewleta Tirk û çeteyên wê têk bibe. Nûdem Çavrê wiha dewam kir: "Li Efrînê serketin bi ruhê hevrê Avesta Xabûr mîsoger e. Em vî ruhê berxwedanê ji bîrdoziya Rêber APO digirin. Çi qasî komploya navdewletî ketibe sala xwe ya 20'an jî bi berxwedana Rêber Apo û gelê Kurd komploya navdewletî ya dijmirovatî pûç bûye."

Şoreşgera jin Nûdem Çavrê di dawiya axaftina xwe de got; "Weke gerîlayên Kurdistanê û jinên têkoşer em êrîşên li ser gelê Kurd qebûl nakin û em ê bê bersiv nehêlin." Nûdem Çavrê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi destdirêjî wê ti hêz nikare milîtanên Rêber APO têk bibe. Weke gerîlayên HPG û YJA Starê em şopdarên Avesta Xabûr û berxwedana wê ne."