Gerîlayên YJA Starê derb li helîkopteran xistin

Gerîlayên YJA Starê li Metînayê derb li helîkopterên dewleta Tirk xistin ku hewl didan bombeyan li herêmê bibarînin. Helîkopterên ku derb xwarin neçar man ji herêmê biçin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kirin:

"Li herêma Metînayê;

17'ê Tebaxê saet di navbera 20:30-23:00 de helîkopter li xeta Qaşûra ya li herêma Metînayê geriyan. Di heman demê de li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê helîkopterên êrişê xwestin bombeyan li derdora gundên Kêste, Hirorê û qadên Girê Şehîd Çiya û Kela Qûmriyê bibarînin. Hêzên me yên YJA Starê li van helîkopterên êrişê xistin. Helîkopterên ku derb xwarin neçar man ji herêmê biçin.

18 û 19'ê Tebaxê saet di navbera 20:30-00:00 de helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan.

19'ê Tebaxê saet di navbera 10:05-10:10 de li nehiya Dînartê ya navçeya Akrê, gundê Şiyê 4 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

19'ê Tebaxê ji nava rojê û pê ve derdora gundên Kêste û Hirorê yên nehiya Kanî Masî ya Amediyê bi obus û hawanan hatin bombekirin.

Li herêma Avaşînê;

19'ê Tebaxê saet di navbera 10:00-22:00 de artêşa Tirk a dagirker li hemberî tunelên şer ên li qada Werxelê gazên kîmyewî bi kar anî. Heman rojê bi çekên giran bombe li tunelên şer ên li qada Girê Sor barandin.

19'ê Tebaxê saet di navbera 10:00-22:00 de li qada Werxelê, tuneyên şer bi teqemeniyan hatin bombekirin.

19'ê Tebaxê saet di navbera 22:30-01:30'î de li qadên Mervanos, Banista, Tabûra Ereban, Girê Sor, Girê Spî û Girê Silêman helîkopter geriyan.

Liv û tevgera droneyan a li ser herêmê dewam dike."