Gerîlayên YJA Starê 4 dagirker ceza kirin, çeperek jî rûxandin-NÛ BÛ

Gerîlayên YJA Starê li devera Girê Dûpişk a herêma Heftanînê çeperek rûxand, 4 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê agahî da.

HPG’ê li ser mijarê ev agahî da:

“Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê

Hêzên me yên YJA Starê 17’ê Hezîranê li devera Girê Dûpişk a herêma Heftanînê li dijî dagirkeran çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de derbek xurt li çeperên dagirkerna hate dayîn. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin.

Ev çalakî ji bo bîranîna salvegera Fermandara Fedayî Zîlan (Zeyneb Kinaci) hatiye kirin.

18’ê Hezîranê saet 10:30’î dron li ser çeperên şer ên devera Werxelê ya herêma Avaşîn pêk hatin. Ev dron ji aliyê hêzên me ve hate lêdan û xistin. Drona ku hate xistin li qada di bin kontrola hêzên me de ne.

Bajarokê Şêladizê ya navçeya Amêdiyê û devera Çemço bi balafir, obus û hewanan hate bombekirin. Şewata ku ji ber bomberdûmanê derketî hê jî dewam dike.

Agahiyên li ser bomberdûmanê ev e:

18’ê Hezîranê saet di navbera 19:40-20:00’an û 19’ê Hezîranê saet 07:00’an ji qereqolên sînor, devera Çemço ya herêma Zapê bi hewan û obusan bombe kirin. Şewata ku di encama bomberdûmana derketî de, hê jî dewam dike.

19’ê Hezîran saet 05:20’ê devera Kuro Jehro ya bajarokê Şêladizê ya navçeya Amêdiyê balafiran bombe kirin. Di van bomberdûmanan de şewat li bejahiyê derketin.”