Gerîlayên YJA STAR'ê: Çawa ku DAÎŞ têk çû, AKP-MHP jî wê têk biçe

Gerîlayên YJA STAR'ê: 21'ê Adarê berxwedanê tîne bira mirovan û em ê bi rihê berxwedaniyê jî vê rojê pêşwazî bikin. Çawa ku DAÎŞ li Rojavayê Kurdistanê têk çû, wê AKP û MHP jî li hemberî berxwedana gelê Kurd dê têk biçe.

Gerîlaya YJA STAR'ê Şîlan Kobanê roja 21'ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên azadiyê, gelê Kurd û gelên berxwedêr pîroz kir. Kobanê dibêje; "Em ê bi rihê berxwedaniya Leya Guven û Nasîr Yagiz Newroza 2019'an pêşwazî bikin. Em bi wê baweriyê ne ku em ê bi rihê berxwedaniya hevrêyên xwe yên tekoşer bigehêjin azadiya Rêberê xwe û ya gelê xwe. Wê berxwedaniya gelê me dawiya AKP'ê û MHP'ê wekê DAIŞ' ê bîne. Tu hêzên dagirkeriyê nikarin li hemberî berxwedaniya gelan bi ser bikeve. Her dayîm berxwedaniya gel bi ser dikeve."

'EM Ê SALA 2019'AN BIKIN SALA AZADIYA RÊBER APO'

Rosyar Hezex jî dibêje; "Ez Newroza 2019' dan li hemû berxwedêrên azadiyê pîroz dikim. Em ê Newroz 2019'an bi rihê berxwedaniyê pêşwazî bikin û em ê bikin Newrozek wisa ku di dîroka mirovatiyê de neyê jî birkirin." 'Hezex wiha domand: "Dema ku em dibêjin newroz, berxwedanî tê bira me. Em ê bi rihê berxwedaniyê Newroza îsal pêşwazî bikin. Ji bo azadiya Rêberê xwe em ê asta têkoşîna xwe hîn geştir bikin. Çawa ku DAÎŞ li Rojava têk çû wê AKP û MHP jî têk biçe. Îsal wê bibe sala azadiya Rêber APO û ya gelê Kurd."