Gerîlayên segvan lê dan: 3 leşker hatin kuştin

HPG'ê ragihand ku di çalakiyên sûîqestê yên gerîlayên HPG û YJA Starê de herî kêm 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê ev daxuyanî da:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC a dagirker çalakî pêk anîn. Li gorî vê yekê;

COLEMÊRG

4'ê Hezîranê saet di 11:30'î de hêzên me yên YJA Starê li herêma Govendê ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê li dijî leşkerên li qada Deriyê Panê çalakiya sûîqestê kirin. Di encamê de leşkerek hate kuştin.

XAKURKÊ

7'ê Hezîranê saet di 13:00 de hêzên me li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn çalakiya sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

ZAP

8'ê Hezîranê saet di 09:40'î de hêzên me li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên li qada Tepê Ser Zêrê çeper amade dikirin çalakiya sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

BOMBARDÛMANA HEWAYÎ

8'ê Hezîranê saet di 17:00 de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe li qada Tepê Cehennemê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."