Gerîlayên li Avaşînê: Em ê artêşa Tirk li vir bişikînin

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li qada Avaşînê li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin, diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker li gel teknîk û her cûre çekên xwe, gotin, "Em ê artêşa Tirk a dagirker li vir bişikînin."

Ji 23'ê Nîsanê û vir ve dewleta Tirk li qadên Zap, Avaşîn û Metînayê êriş dike. Gerîlayên HPG û YJA Starê jî bi rê û rêbazên nû bersivê didin artêşa Tirk. Ji hingî ve şerekî giran li herêmê diqewime. Gerîlaya YJA Starê Ekîn Tolhildan, gerîlayên HPG'ê Hejar Başkale û Serhad Agirî yên li eniya Metînayê, têkildarî şer û çalakiyên gerîla axivîn.

EKÎN TOLHILDAN: MÎNAKEK BERXWEDANÊ YA HEVALÊN ME DI DÎROKÊ DE NEHATIYE DÎTIN

Ekîn Tolhildan: Em li qada Avaşînê ne. Armanca vê operasyonê ew e ku li vê qada stratejîk, xeta navbera hevalan qut bike. Ji ber wê jî ewqasî giraniyê dide ser Avaşînê. Li herêma Zagrosê yek ji qadên ku herî bedew e, yek ji qadên ku derbên herî giran li dijmin dixe, qada Avaşînê ye. Ji ber vê jî dijmin bi rengekî cuda xwe li hemberî Avaşînê amade dike. Di 23'ê Nîsanê de dijmin dest bi êrişê kir, li qadên Şehîd Serdar, qada Mamreşo. Li gel teknîka xwe ya pêşketî jî heval li şikeftan, li her qadê li dijî dagirkeran bi xurtî li ber xwe didin. Bi rê û rêbazên nû, bi tunelên şer berxwedaneke mezin tê meşandin. Dijmin ne li bendê bû sekneke bi vî rengî, bi îradeyeke xurt bê nîşandan. Dijmin bi teknîka xwe gelekî bawer bû, lewma ne li bendê bû ku teknîka wan bi îradeyeke xurt bê şikandin. Hevalan ev êrişên dijmin li qadên Şehîd Mûnzûr, Şehîd Serdar de şikandin. Ev yek bi îradeya hevalan, bi xurtbûna hevalan pêk hat. Dijminê ku bê îdeolojiye, nizane ji bo çi şer dike, bi teknîka xwe nikare bikeve nava tuneleke şer, nikare bikeve nava şikeftekê. Li hemberî vê yekê hevalên me dikevin nava wan, li wan didin.

Li qada Şehîd Serdar li dijî operasyoneke giştî têkoşîneke bêhempa hate meşandin. Hevalên me dest li dijmin werdidin. Bi rêya sabotajê, her wiha xwe berdidin nava dijmin, bi rêya sûîqestê û çekên taybet hevalên me her tim bi ruhê fedayîtiyê êriş dikin. Dijmin nikare li hemberî îrade û îdeolojiya me bisekine. Dijmin çi dike bila bike em nahêlin ku li vê derê bi cih bibe. Ev yek di berxwedana li qada Şehîd Mûnzûr de jî diyar dibe. Ewqasî gazên bi jehr, kîmyasal li dijî hevalên me hatin bikaranîn, lê belê ev yek ji bo hevalên me qet nebû derd. Hevalên me li dijî çekên kîmyewî, teqemenî, gazên bi jehr gelekî li ber xwe dan. Mînakek vê berxwedanê di dîrokê de nehatiye dîtin. Li gel teknîk û derfetên xwe jî dijmin li hemberî tîmeke biçûk a gerîla nikare bikeve hundirê şikeftekê. Berxwedan dewam dike, şer hîn jî germ e, dijwar e. Heval têdikoşin. Mirov dikarin bi berxwedana hevalan serbilind bin, bi vî rengî hîn bêhtir biçin ser dijmin.

Pêwîste gel jî nerazîbûna xwe nîşan bide. Li tevahiya Kurdistanê bi taybetî jî li Bakur û Başûrê Kurdistanê divê gel li hemberî vê dagirkeriya dewleta Tirk serî hilde. Divê ciwan bi rengekî fedayî bikevin nava qadan. Em silavên xwe ji hemû hevalên li Avaşînê û li her deverê li ber xwe didin dişînin û em dibêjin ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li dijî dagirkeran bisekinin.

HEJAR BAŞKALE: DIJMIN XWE LI KU DEYNE WÊ BERDÊLEKE GIRAN BIDE

Hejar Başkale: Dijmin di 23'ê Nîsanê de li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyonê kir. Operasyon ji Metîna heta Avaşînê tê. Ji sê aliyan ve dijmin dest bi operasyonekê kiriye. Armanca dijmin ew e ku xaka Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike. Li vê qada ku em lê ne, li qada Avaşînê dijmin ji 2 aliyan ve dest bi operasyonê kir. Li aliyekî xeta Mervanos, qada Şehîd Serdar, li aliyê din jî xeta Mamreşo ye. Dijmin dixwaze xeta navbera Zap, Avaşîn û Metînayê qut bike. Bi qasî ku tê xuyakirin, ne tenê leşkerên Tirk di vê operasyonê de hene. Her wiha cerdevan, kontra jî di operasyonê de hene. Li herdu milên ku êriş lê tê kirin operasyon dewam dike. Di nava vê demê de dijmin tiştek bi dest nexistiye. Li her du qad, herdu girên ku dijmin xwe gihandiye, heval ji her alî ve derbê li dijmin dixin, diçin ser dijmin. Herî dawî hevalan lê dan, çek ji ser wan rakirin.

Bi taybetî hevalên me yên li şikeftan berxwedaneke mezin nîşan didin. Dijmin bi hemû teknîka xwe, bi teknîka NATO bi ser hevalên me yên li şikeftan tê. Hevalên li şikeftan li ber xwe didin ne yekîneyeke mezin e, tîmeke biçûk e. Dijmin bi hemû teknîka xwe, bi çekên kîmyewî hewl dide bikeve şikeftan, lê nikare bike, nikare bandorê li hevalan bike. Heval bi îradeyeke mezin li wan şikeftan li ber xwe didin. Dijmin hîn jî encam negirtiye. Yên ku li dijî hevalan niha şer dike, balafirên şer, helîkopter, balafirên keşfê ne, ne artêş e, ne leşkerên Tirk e. Bi rêya lêdana teknîkê dixwaze encamê werbigire. Bi qasî ku xuya dike, leşker nikare bikeve şer. Dema ku heval jî bi ser leşkeran de diçin ew cihê lê ne berdidin û direvin. Di nava artêşa Tirkiyeyê de ruhekî ku karibe şer bike, li ber xwe bide nîne.

Ji Metîna heta Zap û Avaşînê dijmin bi hemû derfetên xwe êriş dike. Lê belê dijmin encamek negirtiye. Dibe dijmin li ser hinek giran bi cih bibe, lê belê ev nayê wê wateyê ku dijmin herêmên me girtiye. Heval ji her alî ve li derdora dijmin û her tim lê didin. Xuya ye dijmin wê hewl bide xwe li hin deveran bi cih bike, lê belê li her cihî wê berdêleke giran bide.

SERHAD AGIRÎ: EM Ê ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER LI VIR BIŞIKÎNIN

Serhad Agirî: Di 23'ê Nîsanê de dijmin li herêma Mamreşo û Şehîd Serdar bi Skorskyan, bi piştgiriya Kobrayên hewayî hêzên xwe danî. Ji 23'ê Nîsanê heta niha li Mamreşo û Şehîd Serdar dijmin bi hemû teknîkê hewl dide bikeve şikeftan. Lê belê li hemberî hêzên HPG û YJA Starê nikare bi pêş ve biçe. Dijmin bi her cûre pîvanên li dijî şer dixwaze bikeve şikeftan. Bi çekên kîmyewî, bi teqemeniyên cûrbecûr dixwaze îradeya hevalan teslîm bigire. Lê belê tevî ku her roj herî kêm 150 leşkeran datînin qadê lê dîsa jî komeke gerîla li hundirê şikeftan li dijî her cûre teknîka wan li ber xwe dide û derbên giran lê dixe. Di heman demê de li derve jî heval bi çalakiyên xwe, bi bîr û baweriya xwe li dijî wî dijmin hov bi her awayî li ber xwe didin. Tevî vê jî dijmin bi xwe nikare bikeve nava şikeftan, dixwaze bi rêya kûçikan, kamerayan datînin serê wan û dixwaze bixe hundirê şikeftan. Lê dîsa jî heval bi berxwedaneyekê li dijî vî dijminê hov şer dikin. Hevalên li şikeftan hem şikeftê diparêzin, hem jî derdikevin derve û li derve jî derbê li dijmin dixin. Rastî jî berxwedaneke dîrokî û bêhempa ye. Li dijî artêşa NATO'yê ya duyemîn bi komeke biçûk li dijî her cûre teknîkê, li dijî her cûre pîvanên li dijî şer artêşa Tirk bi kar tîne, rexmê wê jî heval bi îrade bi cesaretê, bi bîr û baweriyeke xurt li vî dijminê dagirker dixin.

Bi rastî jî xetên Avaşîn, Zagrosê ji bo me wateyeke cuda ye. 40 sal in PKK li van qadan têdikoşin, weke herêmên rizgarkirî tê de ye. Bi dehan leheng jî ji bo vê xakê biparêzin weke Şehîd Reşîd Serdar, Şehîd Rojîn Gewda, qederek fermandarên me yên hêja jî di oxira parastina van xetan de şehîd ketin. Em jî weke şagirtê wan hevalan, weke parêzvanên vê xakê em ê heta dawiyê li dijî artêşa Tirk a dagirker şer bikin û em ê wan di vir de bişikînin. Bi îrade û baweriyeke mezin em ê biçin serketinê. Em ê wan şikeftan jî li wan bikin goristan. Ji ber ku ewqas hevalan bi salan li van qadan ked dan ji bo parastina vê xakê şehîd ketin. Em ê artêşa Tirk a dagirker di vir de bişikînin.