Gerîlayên jin lê dan: 15 leşker hatin kuştin

HPG'ê ragihand, li navçeya Gever a Colemêrgê di çalakiya gerîlayên jin de 15 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîla yên li Colemêrg, Şirnex û Hatayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

DI ÇALAKIYA ŞERVANÊN TŞYJ'Ê DE 15 LEŞKER HATIN KUŞTIN

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, şervanên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (TŞYJ), li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyeke berfireh li dar xistin.

Şervanên TŞYJ'ê, li nêzî gundê Dêravê li konvoya wesayitên leşkerî ya ji navçeya Gever a Colemêrgê diçû qereqola Wargenima xistin. Ev çalakiya sabotajê, 28'ê Tebaxê saet di 03:00 de pêk hat. Di encamê de wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî bi temamî rûxiya. Li gorî tespîtên hatin kirin, 15 leşkerên dijmin ên di vê wesayitê de hatin kuştin.

Ber destê sibehê saet di 05:00 de, artêşa TC a dagirker bi helîkopterên Kobra û 3 helîkopterên Skorsky dest li qada çalakiyê werdan. Helîkopterên Kobra bombe li gundê Dêrav û derdora wê barandin. Piştî vê bomberdûmanê, artêşa dagirker demeke dirêj rê li trafîkê girt. Piştre bi 5 helîkopterên Skorsky û 5 ambûlansan leşkerên xwe yên mirî û birîndar rakir Geverê. Operasyona li dû çalakiyê li gundên Hirmê, Dêrav, Aryawa û derdora van gundan dest pê kir, dewam dike.

Şervanên TŞYJ'ê yên çalakî pêk anîn, bi saxî û serketî vegeriyan baregehên xwe.

LI ŞIRNEXÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Artêşa TC a dagirker, ev demeke dirêje dixwaze li herêma navbera baregehên xwe yên Çeta û Vacîp ên li navçeya Qilaban a Şirnexê ne, rê çêbike. Hêzên me pêşî li çêkirina rê girtin û kesên di çêkirina rê de cih digirin hişyar kirin. Ji ber ku van hêzan guh nedan hişyariyan, hêzên me roja 28'ê Tebaxê saet di 08:30 de, li yekîneya leşkerî ya ewlekariya çêkirina rê dikir, xistin. Di vê çalakiyê de ku derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin, 3 leşkerên dijmin hatin kuştin ku tê texmînkirin yek ji wan fermandarê qereqolê ye.
Hêzên me yên çalakî kirin, bi saxî û serketî vegeriyan baregehên xwe.

LI BAJÊRGANÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de, hêzên me roja 28'ê Tebaxê li bajarokê Bajêrgan ê navçeya Gever a Colemêrgê, çalakiyek kirin. Çalakî saet di 18:00 de li girê komando hate kirin û di encamê de leşkerekî dijmin hate kuştin, yek jî birîndar bû.

Hêzên dagirker piştî vê çalakiyê bi obus û hawan bombe li derdorê barandin.
Hêzên me yên çalakî kirin, bi saxî û serketî vegeriyan baregehên xwe.

ŞERÊ LI SKENDERÛNÊ

27'ê Tebaxê saet di 18:30 de, li bejahiya navçeya Skenderûn a Hatayê, di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me de şer derket. Hejmara leşkerên li vir hatin kuştin û birîndar bûn, nehate tespîtkirin. Hêzên me bi saxî vegeriyan baregehên xwe."