Gerîlayên HPJ'ê: Em ê tecrîdê bişikînin

Gerîlayên HPJ'ê diyar kirin, wan azadiya xwe di felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dîtine û diyar kirin, wê xwedî li rêberê xwe derkevin û tecrîdê bikişînin.

Gerîlayên Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivîn.

Gerîlayên HPJ'ê Dîcle Mako û Lêgerîn Rojna diyar kirin, di nava her şert û mercî de wê xwedî li rêberê xwe derkevin.

Dîcle Mako bi bîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî girankirî hatiye tecrîdkirin û got, "Erka jinên Kurdistanî, Rojhilata Navîn û cîhanê ye ku tecrîdê têk bibin. Ji ber ku Serok APO serokê tevahî jinên azadîxwaz in. Serokê jinên ku di bin êrîşên dagirkeriyê de ne.  Em, jinên Rojhilatê Kurdistanê dizanin ku li me zextên giran hebûn. Ev zext hem ji aliyê malbatê hem jî ji aliyê dewletê ve dihatin kirin. Bi felsefeya Serok APO me xwe nas kir. Ji bo em li dijî dagirkeriyê şer bikin me berê xwe dan felsefeya Serokatî. Me di civakê de nedikarî li hemberî zilamekî serî rakin, lê îro em li dijî dewletekê şer dikin. Em bûn xwedî vîn, bîr û bawerî. Me azadiya xwe di felsefeya Serokatî de dît."  

Dîcle Mako di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê û got, "Rêber Apo bi rengekî giran hatiye tecrîdkirin. Şikandina tecrîdê erka gerîlayên jin e. Çawa ku Serok APO xwedî li jinê derket, pêwîste em jî xwedî li Rêberê xwe derbikevin. Şikandina tecrîdê bi xurtkirina têkoşînê dibe. Felsefeya Serokatî felsefeyek jiyanî, edalet û wijdanê ye. Haya jinê ji vê rastiyê heye û wê bi vê têgihiştinê li ber her êrîşên dagirkeriyê rabin. Berxwedana Leyla Guven ji bo şikandina têcrîdê gaveke pir pîroz e. Pêwîste jin xwedî li têkoşîna Leyla Guven derbikevin."

'BILA JINÊN ROJHILAT BERÊ XWE BIDIN ÇIYAYÊN AZAD'

Dîcle Mako bang li jinên li Rojhilatê Kurdistanê kir û got, "Xwedî li rêberê xwe derkevin. Ji bo şikandina tecrîdê hewl bidin. Kar û hewldanên me ji bo azadiya Serokatî ye. Bi her şêwazî em ê tecrîdê bişikînin. Ji bo vê jî çi pêwîst be em ê bikin. Pêwîste jinên Rojhilatê Kurdistanê bi ti awayî jiyana dijmin a dagirkeriyê qebûl nekin. Berê xwe bidin çiyayên azad ku ev yek derbeke mezin e li dijmin dikeve. Me azadiya xwe di felsefeya Rêber APO de dît.  Ez dixwazim ku jin hemûı jî  vê felsefeyê nas bikin."

'BI RÊBERTÎ RE MIN XWE NAS KIR'

Gerîlaya HPJ'ê Lêgerîn Rojna jî got, "Wexta ez li malê bûm jiyana min pir bê wate bû. Li me zilm dihate kirin. Ji xwe pergala rejîma Îranê di şexsê zilêm de rûye xwe nîşan dide. Zilm û zordariyê li jinê dike. Min nedikarî ez vê zilmê qebûl bikim. Ez di nava lêgerînê de bûm. Di nava lêgerînên xwe de min felsefeya Serokatî nas kir. Piştî ku ez tevlî bûm, ez wisa bûm ku ez ji nû ve hatim dinê. Min xwe nas kir. Jinbûyîna xwe nas kir. Min zanî ku ez xwedî vîn im.  Felsefeya Rêber APO ez çiqasî nas dikim, ewqasî pê ve têm girêdan. Min bi zanebûn navê xwe kir Lêgerîn. Ji ber ku ez her tim li azadiyê digerim. Ez tenê di vê rêyê de dikarim bigihijim azadiyê. Rêbertî niha bi rengekî girankirî hatiye tecrîdkirin. Ji bo ev tecrîd were şikandin  pewîste destpêkê jin serî rakin. Çawa ku min bi felsefeya Serokatî xwe nas kir ez dixwazim ku tevahî jinên bindest bi vê felsefeyê xwe nas bikin, rêya têkoşîna azadiyê bibînin. Ji bo ku tecrîdkirina Rêber APO bi dawî bibe, bi her şêwazê çi ji destê min were ez ê bikim û ez ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînim."