Gerîlayên HPG/YJA Star: Em ê sala 2021’an bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

Gerîlayên HPG/YJA Statê yên 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kirin, got: “4’ê Nîsanê roja nûbûn, roja ji bo azadî têkoşînkirinê ye. Roja banga mirovahiyê ya jiyanê ye.”

Yekîneyekî Gerîla ku rojbûna Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin ji ajansa me re qala hestên xwe kirin.

Gerîlayên YJA STAR Viyan Merîwan: Di serî de roja 4’ê Nîsanê li Rêber Apo û tevahî gelê Kurd pîroz dikim. Rojbûna Rêber Apo ji bo gelê Kurd, jin û mirovahî roja nûbûn û ji bo azadiyê tekoşîn kirine, roja fikrê azad û xwedî li nasnameya xwe derketine. Derketina Rêber Apo banga jiyanê ya mirova ye. Di piratîkê de bi zelalî ev derdikeve holê. Herî dawî berxwedan û serkeftina ku li Heftanîn û Garê hat bidest xistin isbat kir ku felsefeya Rêber Apo rêya tekane a bi dest xistina azadiyê ye. Ev di seranserî dîroka PKK de berbiçave. Em ê di vê salê de jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin. Çi azadiyekî bi qasî azadiya fikrî ya Rêbertiya me mezin tine ye. Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî jî weke gerîla em ê asta tekoşîn û çalakiyê di vê salê de bilind bikin. Em ê li kêlek gelê xwe yê qehreman vê yekê pêk bînin.

Gerîlayê HPG’ê Şahan Amed: Roja 4’ê Nîsanê ji bo me xwedî girîngiyekî mezin e. Roja vejîn û xwebûnê ye. Em weke gerîla bi biryarên ku di vê salê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin û welatekî azad ava bikin. Rojbûna Rêber Apo li gelê Kurdistanê, hevalên berxwedêr yên li zindanan û tevahî gelê me re pîroz dikim.

Gerîlaya YJA STAR’ê Nûjiyan Berxwedan: Roja 4’ê Nîsanê rojekî gelek bi wateyan barkirî ye. Rojekî nû û tavekî nû ya hêviyê ji bo mirovahiyê ye ku di kesayeta Rêber Apo de vejîn bû. Vê rojê li Rêber Apo, gelê Kurd û tevahî hevalan pîroz dikim. Em jî weke yekîneyekî gerîla îro bi coşekî mezin vê rojê pîroz dikin û li lutkeyên çiyayên Kurdistanê daran diçînin. Çawa ku Rêber Apo jiyanekî nû îfade dike, em jî di vê rojê de dar diçînin û dibêjin ku lutkeyên çiyayên Kurdistanê wê her şîn bibe û ji jiyanekî nû re pêşengtî bike.

Gerîlayê HPG’ê Demhat Efrîn: Rojbûna Rêber APO xwedî pîroziyekî mezine. Ji bo zindîkirin û xwedî li vê rojê derketin, yekîneya me îro darên bero diçîne û rojbûna Rêber Apo bi coşekî mezin pîroz dike. Di roja îro de Rêbertiya me di nav tecrîd û sîstemî êşkencê ya berfereh de ye. Her roj ev tecrîd û êşkence di kesayeta Rêber Apo de li ser giştî gelê Kurd tê kûrkirin. Em jî weke şervan û şagirtên xwediyê felsefeya jiyana azad Rêber Apo di vê rojê de soza xwe nû dikin û ji bo bi destxistina azadiyê di çarçoveyê pêngava partiya me ya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ dayî despêkirin de em bi erkên demê rabin.”

Yekîneya gerîla bi çandina daran û girtina govendê pîrozbahiya xwe dawî kirin.