Gerîlayên HPG û YJA Starê bi biryar in

Fermandar û gerîlayên HPG û YJA Starê ji Stêrk TV re axivîn û gotin, "Ji gotinên me bêhtir, şêweyê jiyan û şerê me girîng e."

Fermandar û gerîlayên HPG û YJA Starê ku li akademiya bi navê Hakî Karer perwerdeyê dibînin têkildarî Meha Şehîdan û şehîdên meha Gulanê axivîn.

Meha Gulanê ji bo we tê çi wateyê?

Ji fermandarên YJA Starê Jîndar Çayan: Gulan hem ji bo gelên Tirkiyeyê hem jî ji bo gelên Kurdistanê meheke berxwedanê ye. Li gel berxwedanê gelek şehadet çêbûn. Di 1'ê Gulana 1977'an de li Stenbolê 37 kes şehîd bûn ku ev yek bû sedema destpêkirina pêvajoyeke nû. Her wiha Denîz Gezmîş, Huseyîn Însan û Yûsûf Aslan 6'ê Gulanê hatin darvekirin. Sala 1977'an Hakî Karer şehîd bû. Rêbertî jî li ser wateya ku dide şehadeta Hakî Karer PKK'ê ava dike.

Berxwedana Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya û Hakiyan çi da şoreşa Kurdistanê?

Ji fermandarên YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar: Pêşengên şoreşa Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, Yûsûf Aslan, Îbrahîm Kaypakkaya kesayetên efsanewî ne ku bûn sedem em têkoşîna şoreşgerî fêhm bikin û baweriya guhertina cîhanê dan me. Me jî ev pêşeng nas kirin û bi vî rengî têkoşîna şoreşê nas kirin.

Denîz Gezmîş mîna navê xwe yekî kûr bû. Denîzbûn jî li mirovan ferz dike ku bi rengekî asayî nejîn. Baweriya Denîz a ji şoreşê re, sekna wî ya li dadgehê û qîrîna wî ya rûyê celadan, ji bo me sekneke bi mînak e. Çand û exlaqa li nava PKK'ê ji têkoşîna Denîzan ne cuda ye.

Denîz Gezmîş û hevalên wî dema ku ber bi mirinê ve diçûn dikeniyan. Ji xeyalên xwe yên azadiyê û armancên xwe venegeriyan. Em jî şopdarên vê kevneşopiyê ne.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Hakî Karer got, 'Ruhê min ê veşartî ye'. Bi dîtina we divê ev yek çawa bê fêhmkirin?

Rustem Amed: Ji ber ku hevalê Hakî hevalekî Tirk bû, di heman demê de sembola yekîtiya Kurd û Tirkan bû. Milîtanekî Apoyî yê pêşeng bû ku fikrên Rêberê me bi têkoşîna xwe fêhm kir û xist meriyetê. Ji ber vê yekê bû hedef û hate şehîdxistin.

Ez ji Zagrosê hatim tevlî akademiyê bûm. Ji herêma ku ez hatim xeyalê gelek hevrêyan ew bû ku bên li Akademiya Hakî Karer perwerdeyê bibînin. Gelek hevrêyên me beriya ku vê xeyala xwe pêk bînin gihîştin asta şehadetê. Ji ber vê yekê tevlîbûna li akademiyê ji bo min gelekî watedar e. Bi kûrbûna di kesayetiya Hakî Karer de em ê tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne hilînin.

Ev mîrateya ku bi nirxên meha Gulanê afirî, ji aliyê leşkerî ve bandoreke çawa kir?

Ji fermandarên HPG'ê Hawar Sûrûç: Hevalê Hakî eger yekbûna fikir û pêkanînê be, em ê jî ji aliyê leşkerî ve çalakî û pratîkkirina vê yekê bin. Eger ji aliyê leşkerî ve îro em gihîştibin vê astê ev yek ji ber mîrateya berxwedanê ya Hakî, Kemal, Ferhat Kûrtay û hevrêyên wan e. Em ji wan hîn bûn ku divê çawa têbikoşin. Her rojeke Gulanê abîdeya berxwedanê ye. 2'ê Gulanê di heman demê de salvegera şehadeta hevalên Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn e. Hevalê Mehmet Karasûngûr pêşeng û fermandarê me yê destpêkê ye ku ji bo xeta leşkerî li welêt bê afirandin tevgeriya. Dema ku ji bo yekîtiya gelê Kurd têdikoşiya bi komployekê şehîd bû. Bi vê wesîleyê hevrê Mehmet Karasûngûr bi bîr tînin.

Saleke çawa ya têkoşînê dest pê kir?

Şerda Mazlûm Gabar: Bi kûrbûna di zivistana 2019'an re me dest bi sala 2020'an kir. Bi destpêkirina biharê re li herêmên me yên Serhed, Garzan û Botanê çalakiyên xurt hatin kirin. Sema Koçer bi çalakiya fedayî ya li herêma Serhedê sala 2020'an a destpêkirin. Ji bo me ji gotinê wêdetir şêweyê jiyan û şerê me girîng e.