Gerîlayên HPG’ê Rojhilat û Cûdî li Kamyaran hatin bibîranîn
Xelkê bajarê Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê tevî hemû astengî û zextên rejîma Îranê jî bi girseyî sersaxî malbata şehîdên HPG’ê Baz Rojhilat û Mezlûm Cûdî xwestin û ew bibîr anîn.
Xelkê bajarê Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê tevî hemû astengî û zextên rejîma Îranê jî bi girseyî sersaxî malbata şehîdên HPG’ê Baz Rojhilat û Mezlûm Cûdî xwestin û ew bibîr anîn.
Xelkê gundê Şahînî û Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê bi girseyî sersaxî ji malbatên gerîlayên HPG’ê Xalidê Hamidî (Baz Rojhilat) ê 13’ê Tebax li Zap û Milet Qûbadî (Mezlûm Cûdî) ê 9’ê Tebaxê li Heftanîn şehîd bûbûn, xwestin û ew bibîr anîn.
Tevî dorpêç û zexta zêde ya hêzên rejîma Îranê jî gel bi girseyî çûn serdana malbatên şehîdan sersaxî li wan dan.