Gerîlayên HPG’ê li Çelê çalakî li dar xistin
Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin.
Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me di 6’ê Hezîranê de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;
ÇALAKIYA LI DIJÎ LEŞKERÊN LI XEREGOLÊ
Saet di 11.00’an de hêzên me li dijî yekîneyên dijmin ên li Girê Xeregola Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Hêzên me bi xurtî li çeper û stargehên dijmin da. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.
LEŞKERÊN LI GIRÊ LÊLKANÊ BÛN HEDEF
Hêzên me saet di 23.15’an de li dijî leşkerên li Girê Lêlkana Herêma Xakurkê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyek li dar xist. Hêzên me bi xurtî li çeper û stargehên dijmin da. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.
LI ÇEPERÊN LEŞKERÊN LI XAKURKÊ HATE XISTIN
Saet di 23.50’an de hêzên me li çeperên dijmin ên Girê Şehîd Derwêş a herêma Xakurkê dan. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.”