'Berxwedana me têkbirina dagirkerî û qirkeriyê ye'

Gerîlayên li Cenga Heftanînê dibêjin, "Artêşa Tirk bêçare maye. Îro bi pêşengiya gerîlayên HPG'ê û YJA-Starê, teknîka NATO ya herî pêşketî hatiye pûçkirin û li ser esasê jinûve avabûnê, gerîla derbên giran li artêşa Tirk dixin."

Spekûlasyonên dewleta Tirk ên ku dibêjin 'kesek tevlî nava refên PKK’ê nabe' ji aliyê her çar gerîlayên HPG'ê Rohat Faraşîn, Rojhat Çemçemal, Qendîl Rojava û Ezîz Qaim tê pûçkirin.

'RAMANÊN RÊBER APO ÇARESERÎ YE'

Gerîlayê HPG'ê Qendîl Rojava ku ji pêkhateya Ereb e, li ser tevlîbûna xwe wiha diaxive: "Min di nava şoreşa Rojava de doza Kurdan nas kir. Sala 2020'an tevlî nava refên PKK'ê bûm. Dewleta Tirk a faşîst dibêje ku tenê Kurd di nava PKK’ê de cihê xwe digrin. Lê ev ne raste. Di felsefeya Rêber APO de çawa ku sînorên fikrî tune ne, sînor di navbera gelan de jî nînin."

Qendîl Rojava tîne ser ziman ku nêzîkatiyên neteweperest ên dewletên Tirkiye, Iraq û Suriyê şaş in, Lewra dewlet nikarin azadiya gelan temsîl bikin. Gerîla Rojava bi vî rengî dawî li axaftina xwe tîne: "Temsîla azadiyê di fikir û felsefeya Rêber APO û di xeta şehîdên şoreşê de ye. Wek gerîlayên PKK'ê em jî niha di lêgerîna heqîqet û azadiyê de ne da ku gelên bindest werin rizgarkirin."

'JIYANA AZAD BI TÊKOŞÎNÊ GENGAZ E'

Gerîlayê HPG’ê Ezîz Qaim ku sala 2020'an beşdarî nava refên gerîla bû, derbarê polîtîkayên dewleta Tirk a faşîst nêrînên xwe parve kir. Bi taybet wek Erebekî ji Iraqê bal kişand li ser fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê derbarê yekîtiya gelan û wiha pêde çû;  "Bi keda Rêber APO şoreşa Rojavayê Kurdistanê çê bûye û li ser esasê bîrdoziya Rêber APO civak xwe bi rêxistin dike."

Gerîla Ezîz Qaim dibêje ku wî azadiya rasteqîn di nava PKK’ê de nas kir û vê yekê bi vî rengî pênase dike: "Ya giring ev e ku azadî di fikir de were avakirin û mirov xwe ji hişmendiya desthilatdar rizgar bike. Lewra pêwîstiya tekoşîneke hîn bi xurtî heye. Yên ku dixwazin bi rengekî azad bijîn û azad bidin jiyîn bila berê xwe bidin refên PKK’ê."

'DI CENGA HEFTANÎNÊ DE DERB XWARIN'

Gerîla Rohat Faraşîn ku ji herêma Sêrtê ye li ser cenga Haftaninê axivî û wiha got; "Artêşa Tirk bêçare maye. Îro bi pêşengiya gerîlayên HPG'ê û YJA-Starê, teknîka NATO ya herî pêşketî hatiye pûçkirin û li ser esasê jinûve avabûnê, gerîla derbên giran li artêşa Tirk dixin. Gelên heremê şahidin ku leşkerên Tirk careke din li Cenga Heftanînê di sendroma binketinê de ne û şikestî ne. Her roj psîkolojiya artêşa Tirk xera dibe."

'VÎNA BERXWEDANÊ JI TEKNÎKÊ XURTIR E'

Gerîla Rojhat Çemçemal ji Başûrê Kurdistanê ye, di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Çemçemal derbarê êrîşên dagirkeran ku tenê li ser esasê teknîkê tên meşandin wiha axivî: "Dijmin baweriya xwe pir bi teknîka xwe ve tîne, lê gerîla bi berxwedana xwe ve vê baweriya dijmin têk dibe. Li hember hemû hewildanên dewleta Tirk ên dagirkeriyê berxwedane bêeman heye. Ev berxwedana gel û gerîla bandoreke mezin dike. Bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê divê ku di dîrok û rastiya Kurdistanê de kurahiyek çê bike. Ez hêvîdarim ku ciwanên Başûrê Kurdistanê wê zordestiyê qebûl nekin, serê xwe hildin û bi xurtî beşdarî nava refên gerîla bibin."