Gerîlayên di komkujiya Hewlêrê de hatin kuştin, li vir veşartin

Tê gotin, beşek ji cenazeyên gerîlayên di komkujiya Hewlêrê de hatin qetilkirin, li qiraxa rêya bejahî ya Hewlêr-Duhokê ya Balafirgeha Hewlêrê hatine veşartin.

Beriya niha bi 20 salan, li ser daxwaza daîreya şerê taybet a Tirk, bi qasî sed kes ji aliyê PDK'ê ve li Hewlêrê hatin qetilkirin, ku gerîlayên birîndar û jin jî di nav de hebûn. Tê gotin, beşek ji cenazeyên van gerîlayan, li qiraxa rêya bejahî ya Hewlêr-Duhokê ya Balafirgeha Hewlêrê hatine veşartin.

Pêşmergeyekî ku bi xwe bûyer dît anî ziman, cenaze bi qemyonan anîn û bi dizî li vî cihî veşartin. Pêşmergeyê navborî got, ev der piştre kirin goristana gund.

Di encama lihevkirina navbera PDK û PKK'ê de, bi qasî sed birîndarên PKK'yî li nexweşxaneyên li Hewlêrê dihatin dermankirin. Lê belê ev PKK'yiyên birîndar, ji laiyê PDK'ê ve hatin qetilkirin. PDK'ê der barê vê komkujiyê de ti carî daxuyaniyeke berfireh neda. Li ser cihê veşartina cenazeyan jî ti agahî neda.

Pêşmergeyekî ku nexwest navê xwe eşkere bike got, beşeke mezin a cenazeyan beriya niha bi 20 salan ji aliyê PDK'ê ve, li cihekî nêzî Balafirgeha Hewlêrê hatin veşartin. Pêşmerge got, "Ez li wê herêmê wezîfedar bûm. Bi qemyonan cenaze anîn û em jî weke komek ji pêşmergeyan ji bo ewlekariyê şandin wê derê. Bi qemyonên ser wan girtîbûn, cenaze anîn. Em ne li ser cihê ku ji bo gorê hatin kolandin bûn, lê belê me cenaze didîtin. Cenaze li betaniyeyan, li çarşefan, li tejikan pêçandibûn. Min rûyê wan nedît. Tevî kinc, çarşef û betaniyeyên ew lê pêçandibûn, yek bi yek li çalên li wê derê binax kirin. Di dema veşartina cenazeyan de ji me re gotin ku divê em ji herêmê biçin. Em jî ji herêmê çûn. Gorên nû dihatin kolandin. Min nizanîbû ku cenaze yên kê ne. Piştre ez pêşmergeyên din hîn bûm. Gotin ku ew PKK'yî ne."

Pêşmergeyê navborî anî ziman, wê rojê heta ku ew li herêmê bû zêdeyî 20 cenaze hatin binaxkirin û cihê ku cenaze lê hatine veşartin, qada li goşeya dawî ya li ser rêya Duhokê ya Balafirgeha Hewlêrê ye. Pêşmerge wiha dewam kir: "Ew der wê çaxê ne goristan bû. Çend gor lê hebûn. Piştî ku hate bihîstin ên li vir hatine veşartin PKK'yî ne, ew der kirin goristan. Çend kes li wir hatine veşartin, navê wan çi ye? Nizanim. Lê belê qeyda wan heye. Dûre balafirgeh lê hate çêkirin û goristan niha li kêleka kûleya kontrolê ya balafirgehê ye ku li se rêya Duhokê ye."