BI DÎMEN

Gerîlayê PJAK’ê banga xwedîderketinê li pêngava azadiya Abdullah Ocalan kir

Gerîlayê PJAK’ê Ferhad Pawe rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelên azadîxwaz pîroz kir û banga xwedîderketina li pêngava ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî” kir.

Gerîlayê Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistanê (PJAK) Ferhad Pawe, bi wesîleya rojbûna 75’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 20’emîn a damezrandina PJAK’ê ji ajansa me ANF’ê re axivî.

‘JI BO GELÊ KURD HÊZ, VÎN Û HÊVIYEKE NÛ YE’

Gerîlayê PJAK’ê Ferhad Pawe 4’ê Nîsanê ji dayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 75’an û di heman demê de 20’mîn salvegera damezrandina Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistanê (PJAK) di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelê Kurd ên azadîxwaz, welatparêz û dîlên azadiyê, li şehîdan û dayikên şehîdan pîroz kir.

Gerîla Ferhad Pawe got, “Di şexsê şehîdên mezin û qehreman hevrê Akîf, Simko, Sarya, Rêzan, Sîrwan, Zîlan, Ferhad, Ferzad, û Arîn de, em vê rojê li tevahiya şehîdên şoreşê pîroz dikin. Ji dayikbûna Rêber Apo hêz, vîn û hêviyeke nûye ji bo gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê. Bi taybet jî ji bo gelê Kurd yê Rojhilate Kurdistanê afirandina jiyaneke nû pêş xist. Rêber Apo ew kese ku, bi  fikir, bi bîr û ramanên xwe hişmendiyek nû, kesayetek nû xuliqand. Di kesayeta kurd de, hişmendiyek demokratîk û azad afirand. Bi avakirina kesayetên wiha re, li hemberî hemû êrîşên dagirkeriyê, înkar û siyaseta qirkirinê, heta roja me ya îro, têkoşîn û berxwedan dike. Rêber Apo li hember vê pergala tune kirinê, qirkirin û talanê, dibe bersiv û jiyanê ronî dike. Gelekî ku li ber windabûnê bû, rizgar kir. Gelê Kurd bi saya fikir, bawerî û berxwedana Rêber Apo, gihişte vê qonaxê. Ji bo herkesî diyare ku, di asta cîhanê de bûye peşengê azadîxwazî û demokrasî xwaziyê.” 

‘EW TABLOYA KU DESTHILATDARAN AVAKIRIBÛ TÊK BIR’

Ferhat Pawe, bal kişande ser avabûna Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistanê û got: “Salên 90’î ji bo Îran û Rojhilatê Kurdistanê, saleke ku di hundirê xwe de bêhevîbûn û sarbûnek dihewand. Agirê şoreşê dihat tepisandin. Di aliyekî de rejima dagirker, desthilatdar û faşîst ya Îranê, li dijî têkoşîna azadiya Kurd propoganda dikir. Digotin ‘Meseleyek bi navê meseleya Kurd nîne.’ Di qonaxeke wiha de Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistanê (PJAK) bibîr û bawerî, bi fikir û bi rêbazekî nû serî hilda. Heya roja me ya îro, bi têkoşînê xwe gihandiye vê asta heyî. Em dikarin behsa desketiyên pir bi nirx û pîroz ên di nava PJAK’ê de pêş ketin bikin. Avakirina kesayetekî azad û zindîkirina hêviyê û avakirina xwesteka têkoşînê ji bo azadiya gelê Kurd, bingehek nû bû. Wateya Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistanê, di vir de mezin bû û ji bo dagirkerên  Îranê yên ku digotin ‘meseleyeke Kurd tuneye’û gele Kurd înkar dikirin re bû bersiv. Bi têkoşîna xwe ew tabloya ku desthilatdaran avakiribûn, têk bir. Bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê hêvî, bawerî û vîn di nava gelê Kurd de pêş xist. Xwe li ser bîr û fikra Rêber Apo ava kir û bi rêbaza rexne-rexnedayînê hewl da astengiyên li pêşiya xwe derbas bike. Bi rexne û piştgiriya gel partiya me li ser piya ma û bihêztir dibe.”  

BANGA XWEDÎ DERKETINÊ LI PÊNGAVA AZADIYA ABDULLAH OCALAN HAT KIRIN 

Ferhad Pawe wiha domand, “Divê em ji bîr nekin ligel van pêşketinan jî êrîşên dagirkeran li ser Kurdistanê zêdetir bûne. Şewaz û rengek nû li siyaseta xwe ya înkar, îmha û qirkirinê bar kirine. Gelê me di nava van herdu salên dawî de ketine ferqa bûyerên tê jiyîn û hişyartir bûne. Divê qonaxê de tiştê ku dikeve ser milê her Kurdek ew e ku xebatên xwe xurtir bikin û bi têkoşîn û berxwedanê li dijî zîhniyeta desthilatdariyê ya înkar, talanker û qirkirinê bisekine.”

Gerîla Ferhad Pawe di dawiyê de bang li her kesî kir ku hîn xurtir beşdarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bibin.