Gerîlayê HPG'ê yê Elman Panser şehîd bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ji ber êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dawiya sala 2018'an gerîlayê wan ê Elman Bager Nûjiyan (Michael Panser) şehîd bûye.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Artêşa TC a dagirker di 14'ê Kanûna 2018'an de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke hewayî pêk anî. Di encama êrîşê de hevrêyê me yê Elman Bager Nûjiyan (Michael Panser) şehîd bû. Agahiyên der barê hevrêyê me Bager Nûjiyan wiha ne:

Nasnav: Bager Nûjiyan

Nav paşnav: Michael Panser

Cihê jidayikbûnê: Elmanya

Dayik-Bav: Bettina-Hans Ulrich

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Kanûna 2018'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

JI ZAPATÎSTAYAN HETA HPG'Ê PÊŞENGEKÎ SOSYALÎST

Hevrê Bager Nûjiyan sala 1988'an li Elmanyayê ji dayik bû û li wê deverê mezin bû. Hevrê Bager di nava malbateke ji kevneşopiya sosyalîst mezin bû û bi hişmendiya xwe ya sosyalîst kete nava lêgerîna li rastiyê. Hevrê Bager baş zanîbû ku jiyaneke bi wate bi têkoşîneke rast dibe. Bi vê têgihiştinê ji Elmanyayê heta Meksîka, Kolombiya, Venezûela û Nîkaragûayê bû xwedî rabirdûyeke têkoşînê. Hevrê Bager ku kesekî enternasyonalîst bû bi gerîlayên Zapatîsta re têkoşiya û bû pêşengekî rasteqîn ê sosyalîzmê. Hevrê Bager di lêgerîna xwe ya felsefîk û îdeolojîk de felsefeya Rêber Apo nas kir, bi xwendina parêznameya Rêbertî re ji bo têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd di sala 2017'an de tevlî nava refên PKK'ê bû. Bi taybetî piştî ku DAÎŞ'ê êrîşî Kurdistanê kir, bêteredût berê xwe da Kurdistanê.

DI DEMEKE KURT DE XWEŞ HÎNÎ KURDÎ BÛ

Hevrê Bager bi kelecaneke mezin xwe di felsefeya Rêbertî de şareza kir û di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê bû. Hevrê Bager ji aliyekî ve hewl da nêrîna xwe ya enternasyonalîst di hîmên qewîn de xurt bike, li aliyê din xwe di gerîlatî, ziman, çand û hunerê de bi pêş ve bir. Bi jiyana xwe ya bi dîsîplîn, bi moral, dilnizm û bi biryar re hêz da hevrêyên xwe hemûyan, di demeke kurt de bi qasî ku xweş bixwîne û binivîsîne hînî Kurdî bû û bû milîtanekî bi mînak.

Mîna hevrê Hakî Karer, Kemal Pîr, Andrea Wolf (Ronahî), Uta Schneiderbagner (Nûdem), Jacob Riemer (Şiyar), Sarah Handelmann (Sara) û gelek cangoriyên me yên enternasyonalîst hevrê Bager beşdarî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Bû mînakek ji piştevaniya gelan û bi nirxên ku di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de afirandî bû xwedî cihekî taybet.

Malbata hêja ya Panser çiqasî bi hevrê Bager Nûjiyan serbilind be hêja ye. Em sersaxiyê ji malbata Panser a hêja re dixwazin û di şexsê hevrê Bager Nûjiyan de şehîdên xwe yên enternasyonalîst ên di nava refên têkoşîna azadiyê de tevlî karwanê şehîdan bûn careke din bi bîr tînin û soz didin, ku em ê nirxên şehîdên xwe bigihînin asta serketinê."