Gerîlayê HPG’ê Egîd Rojhilat li Îlanê hate bibîranîn

Tevî zextên rejîma Îranê jî gerîlayê Egîd Rojhilat (Mûhamed Hûseyîn Şehbazî) ji aliyê malbat û xizmên wî ve li warê wî bibîr anî.

Gerîlayê HPG’ê Egîd Rojhilat (Mûhamed Hûseyîn Şehbazî) ku 18’ê Nîsana 2021’ê li Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama  bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de şehîd bûbû tevî zext û êrîşên rejîma Îranê jî ji aliyê malbat û xizmên wî ve li cihê lê mezin bûye Îlanê bi merasîmekê hate bibîranîn.

Piştî îlana şehîdbûna Egîd Rojhilat malbat û xizmên Egîd li gundê Qenat Abadî Sîrwan a navçeya Şîrwanî ya Îlanê ya Rojhilatê Kurdistanê kon sersaxiyê qebûl kir û di serî de Egîd û hevrêyên wî bi merasîmekê bibîr anîn.