Gerîlayê HPG'ê Barmanî: Divê gel piştgiriyê bide berxwedana gerîla

Bengîn Barmanî yê HPG'î anî ziman ku dewleta Tirk bi hêrsa têkçûna Garê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û destnîşan kir, ku divê gel piştgiriyê bide berxwedana gerîla.

Gerîlayê HPG'ê Bengîn Barmanî êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, berxwedana gerîla û çalakiyên greva birçîbûnê nirxand.

Gerîlayê HPG'ê Barmanî destnîşan kir ku gerîla bi rengekî destanî li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker radibin û got, "Dijmin bi îdîayeke mezin hate Garê. Ji bo hem êrişî biryargeha gerîla bike, hem jî derbê li gerîla bixe hin plan kiribû. Lê belê hevalê Şoreş û hevalên wî yên têkoşînê ev planên dijmin pûç kir. Dijminê ku derb xwar, hîn bêhtir lawaz bû û piştî vê derbê me zanîbûn ku wê dest bi êrişên mezintir bike. Em bi ruhê berxwedanê yê hevalê Şoreş li dijî dijmin têdikoşin. Piştî operasyona Garê, dijmin xwest ku li qadên Metîna û Zagrosê bi cih bibe. Têkoşîna gerîla ya li dijî vê yekê dewam dike. Bi vê wesîleyê hevrêyên me yên li çeperên şer li dijî dijmin li ber xwe didin hemûyan silav dikim.

Her wiha silavên xwe ji hevrêyên li zindanan re dişînim ku li dijî tecrîdê demeke dirêj e di greva birçîbûnê de ne, li ber berxwedana wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Hevalên li zindanan di nava şert û mercên gelekî giran de tevlî pêngava 'dem dema azadiyê ye' dibin. Berxwedana zindanan û ya li çiyê hev temam dikin. Her wiha berxwedana li Mexmûr û Yewnanistanê silav dikin. Em êdî baş zanin ku dijmin ji diyalogê fêhm nake. Gerîlayên ku bi ruhê Apoyî niha li Metîna, Zagros, Zap û Avaşînê li ber xwe didin, zanin ku wê bi çi rengî dijmin têk bibin. Lewma her roj li dijî dijmin çalakî tên kirin. Hevalên li çeperan destanan dinivîsînin. Şerekî dîrokî diqewime. Dijmin dixwaze di şexsê PKK'ê gelê Kurd tune bike. Em dixwazin dijmin ji ser tevahiya xaka Kurdistanê derxînin.

'EM HÊZA XWE JI ŞEHÎDAN Û GELÊ XWE WERDIGIRIN'

Gerîlayê HPG'ê Bengîn Barmanî diyar kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk divê piştgirî ji gerîla re bê dayin û got, "Li her parçeyên Kurdistanê şer tê meşandin. Em bi stratejiya şerê gel ê şoreşgerî têdikoşin. Bêguman hîmekî vî şerî jî gel e. Bendewariya me ji gelê me heye. Gelê me xwedî kevneşopiyeke raperîn û berxwedanê ya 100 salî ye. Rast e, dijmin bi her awayî êrişî dike, zextê dike, lê belê şert û merc çi dibe bila bibe, li malê jî be ya pêwîst çi be divê bê kirin. Zarokên vî gelî bi salan e li çiyê ji bo Kurdistanê şer dikin. Tenê canekî me heye, ew jî bila feda be ji Kurdistanê re.

Metirsî li ser jiyana tevahiya zarokên Kurdistanê heye. Nediyar e ku dijmin wê kengî gule berde van zarokan, wê kengî wan bixe zindanê. Wijdanê civakê divê li hemberî vê rewşê rehet nebe. Lewma şert û merc çi dibe bila bibe divê tevlî nava têkoşînê bibe. Li gundan, li bajaran 3 kes jî li hev bicive divê destekê bide berxwedana Garê û Zagrosê. Bi taybetî eger li Bakurê Kurdistanê ev têkoşîn bi pêş ve biçe em ê zû bigihêjin serketinê. Ji xwe şerê gel ê şoreşgerî li ser esasê têkoşîna gel e.

Li ser vê bingehê bang li ciwanên Kurd dikim. Dijmin ji her demê bêhtir lawaz e. Êrişên dijmin herî zêde li dijî ciwanan tên kirin. Ji êrişên fîzîkî heta girêdana bi madeyê, bi her rêbazî êrişî ciwanan dike. Bi kêliyekê jî nahêle ku ciwan ji bo malbat, ji bo xwe, ji bo civaka xwe bifirike. Jiyaneke pûç li ciwanan tê ferzkirin. Di rewşeke wiha de wezîfeyeke mezin dikeve ser milê dayik û bavan. Divê xwedî li zarokên xwe derkevin. Hîn bêhtir divê çanda Kurdîtiyê hînî ciwanan bikin, hînî zarokên xwe bikin. Dem dema serketinê ye, dema azadiya bi Rêbertî re ye. Lewma gelekî girîng e ku ciwanên Kurdistanê tevlî vê pêvajoyê bibin. Divê beşdarî vê pêngava berxwedanê bibin û her ciwanekî Kurd wezîfeyên xwe bi cih bînin. Baweriya me bi gelê me û ciwanên Kurd tam e. Em hêza xwe ji şehîdên xwe û gelê xwe werdigirin."

'DEWLET JI BILÎ TESLÎMIYET, MIRIN Û TIRKÎTIYÊ RÊYEKE DIN JI GELÊ KURD RE NAHÊLE'

Gerîlayê HPG'ê Bengîn Barmanî destnîşa kir ku sîstema heyî ya li Tirkiyeyê sîstemek faşîst e û di dawiya axaftina xwe de got, "Operasyona li ser Zap, Zagros û Metînayê di salvegera Qirkirina Ermenan de da destpêkirin. Bi navê rêxistinê me gelek caran got, armanca dewleta Tirk qirkirina Kurdan e. Eger Kurdekî li Başûr difikire ku dijmin zerarê nikare bide wan, sedema vê jî gerîla ye ku li pêşiya qirkirinê dibe asteng. Dewleta Tirk dixwaze vê astengiyê rake û plana qirkirina Kurdan bi ser bixîne. Ji xwe Komara Tirk li ser parçekirina Kurdistanê ava bû.

Ji bo dijmin êriş bike, Kurdbûn têrê dike. Ji bilî mirin, teslîmiyet û Tirkîtiyê rêyeke din ji Kurdan re nahêle. Dibe ku bê gotin, 'ez li malê me, jiyaneke min a asayî heye, tiştek bi min nayê', lê belê ev yek jî bi saya berxwedana gerîla ye. Naxwe nepêkane ku destûrê bidin ku Kurdek bi rengekî aram bijî. Em tevger, ne dilxwazê şer in. Yekane daxwaza me jiyana bi hev re, azad û wekhev a Kurd, Tirk û gelên din e. Ji xwe sîstema ku em dixwazin ava bikin jî ev e. Em ji neçarî li dijî dijmin şer dikin. Ji ber vê yekê, weke ku min destpêkê got, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ne ji diyalogê ne jî ji aştiyê fêhm dike. Tenê ji keleş û fîşeka gerîla fêhm dike."