Gerîlayan li yekîneyên veşartî ya artêşa Tirk dan

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li Colemêrgê li dijî yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirin. Bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatine cezakirin, gelek jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“Me di daxuyaniya xwe ya 2’yê Îlona 2020’ê de ragihandinbû ku artêşa TC a dagirker 31’ê Tebaxê li Herêma Sumbul a Colemêrgê dest bi operasyonekê kiriye, yekîneyên veşartî li deverê kemînan davêjin.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, 2’ê Tebaxê li devera Sirtê Ezîzanê yekîneyên veşartî yên artêşa TC’ê ku bi cih bûbûn, xistine kontrola xwe. Piştî demekê hatin şopandin heman rojê saet derdorî 16:30’î hêzên me ji nêz ve bi xurtî li wan dane. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 2 dijmin hatine cezakirin, gelek jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê leşkerên xwe yên kuştî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji qadê rakirine.

 Ev operasyon 2’yê Îlonê saet 23:00’an bê ku encamek bigirin vekişiyane.

Êrîşên balafirên şer ên artêşa TC’ê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam in, di vê çarçoveyê de:

4’ê Îlonê saet 05:00’an balafirên şer derdora Ava Lolan a Herêma Xakurkê û saet 17:00-18:00’an jî zozanên Berbizina a Herêma Goşînê bombe kirine.

4’ê Îlonê saet 18:00’an balafirên şer devera Werxelê ya Herêma Avaşîn bombe kiriye.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hevalên me nehatine.”