Gerîlayan li Xakûrkê, Qers û Çelê li dagirkeran da

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Xakûrkê, Çelê û Qersê li dijî leşkerên Tirk çalakî pêk anîn. HPG’ê got; “Di çalakiyan de qasî hate tespîtkirin efser jî dinav de 5 leşkerên dijmin hatine kuştin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

LI XAKÛRKÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî operasyona dagirkeriyê ya ku li Xakûrkê didome de roja 30’ê Gulanê saet navbera 11:00 û 12:00’an de li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker ên li Girê Şehîd Botan bicih bûbûn çalakiya sabotajê lidarxist. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndaren xwe ji herêmê rakir.

2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Di daxuyaniya 2’ê Hezîranê de me ragihandibû ku roja 1’ê Hezîranê hêzên me li Girê Şehîd Derwêş li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyek lidarxistibû û di çalakiyê de 9 leşker hatibûn kuştin û gelek leşker jî birîndar bûbûn. Divê çalakiyê de hevreyên me Brûsk û Mizgîn bi fedayî li gel dagirkeran şer kirin û bi giranî birîndar bûn. Tevî hemû mudaxleyan hevreyên me nehatin rizgarkirin û roja 2’ê Hezîranê şehîd bûn. Nasnameyên hevreyên me ku li Xakûrê tevî hemû teknîka di destê dijmin de navê xwe di berxwedana dîrokî de nivîsandin wê piştre bi raya giştî re were parve kirin.

LI ÇELÊ LI YEKÎNEYEKE DIJMIN HATE XISTIN

Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de yekîneyekî artêşa TC’ê ya dagirker ku ewlehiya rêya dinavbera Colemêrg - Çelê ya herêma Dêrava Qesranê a navçeya Çelê ya Colemêrgê pêk dianin, xistin bin kontrola xwe. Yekineyên me yên demeke dirêj hêzên dijmin xistin bin kontrola xwe, roja 1’ê Hezîranê saet 20:30’an kir hedef. Yekîneyên me ji nêz ve bi giranî li hêzên dijmin xistin. Divê çalakiyê de e leşkerên payebilind hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Dibe ku hejmara kuştî û birîndaran zêdetir bin jî. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka balafirên keşfê û helîkoperên kobra kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir. Yekîneya me ku çalakî lidarxist bi saxlemî gihiştin baregehên xwe.

LI QAXIZMANÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Artêşa TC’ê ya dagirker roja 21’ê Gualnê li herêmên Tepê Reş, Tepê Vizik, Tepê Dûmanlî û Tepê Karargah ên herêma Kizil Kilîse ya navçeya Qaxizman a Qersê dest bi operasyonê kir. Li herêma Tepê Reş hêzên me yekîneya dijmin ku kemîn diavêtin xistin bin kontrola xwe û di çaroveya Pêngava Serfirazî ya Şoreşgerî roja 31’ê Gulanê saet 11:00’an çalakiya sabotajê lidarxist. Divê çalakiyê de qasî hate tespîtkirin leşkerek hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.

LI DIJÎ METÎNA Û XAKÛRKÊ ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medayayê êrîşên hewayî pêk anîn. Divê çarçoveyê de;

Roja 2’ê Hezîranê saet 09:00’an balafirên şer bombe li Girê Şehîd Derwêş a herêma Xakûrkê barandin.

Roja 3’ê Hezîranê (Îro) balafirên şer bombe li Girê Hakkarî yê herêma Metînayê barandin.

Di van bombebaranan de tu windahiyekî canî ya hêzên me çênebûn.”