Gerîlayan li Kargeha Rêya Bendava Ilisûyê xistin

HPG’ê, têkildarî çalakiyên xurt ên gerîlayan a di Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Nalîn Mûş de li Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa Tirk lidar xistine agahî da. HPG'ê got, gerîlayan li Kargeha Rê ya Bendava Ilisûyê xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku têkildarî çalakiyên gerîlan ên li navçeyên Çelê, Gever, Şemzînan ên Colemêrgê û Şirnexê agahiyên berfireh parvekir.

Her wiha HPG’ê di daxuyaniya xwe de nasnameya gerîlayekê ji eşkere kir.

Di daxuyaniya HPG’ê ya li ser malpera fermî ya înternetê parvekirî de ev agahî hatin dayîn:

LI COLEMÊRGÊ ÇALAKIYÊN XURT ÊN GERÎLA

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Şemzînan, Gever û Çelê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker çalakî lidar xistine.

Di 30’ê Tebaxê de li Girê Şikêrê Spî yê bi ser Şemzînanê leşkerên dijmin agir bi zeviyên gundiyan xistiye. Hêzên me yên li herêmê saet di 09.30’an de ev leşkerên ku agir bi zeviyan xistine, kirine hedef. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi obus û hawanan li derdora qada çalakiyê daye.

Di 26’ê Tebaxê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qadên Şapatan û Seraroyê ya Şemzînanê operasyonek daye destpêkirin. Ev operasyona ku beşek jê bi paş ve hatibû kişandin, di 30’ê Tebaxê de bi tevlêbûna wesayîtên zirxî dîsa hatiye destpêkirin.

Şervanên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Jinan (TŞYJ) di heman rojê de saet di 09.30’an de li ser rêya Seraroyê yekîneyeke vê operasyonê kirine hedef. Bi qasî ku hatiye zelalkirin leşkerek li vê derê hatiye kuştin.

Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker agir bi bax û baxçeyên gel xistiye. Ev operasyon bi kemînan didome û di 30’ê Tebaxê saet di 13.00’an de beşek jê bi paş ve hatiye kişandin.

Di 30’ê Tebaxê de saet di 11.00’an de hêzên me li dijî leşkerên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ên li Girê Bayê ya Geverê çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de konek hatiye îmhakirin û leşkerekî dijmin hatiye kuştin.

Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi obus û hawanan li qadê daye. Ji ber bomberdûmanê agir bi eraziyê ketiye.

Di 31’ê Tebaxê de saet di 07.30’an de hêzên me li nêzî Girê Koordîneyê yê li Çelê, li dijî kozikên dijmin ên li Girê Şehîd Bager çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

JI TŞYG’Ê ÇALAKÎ

Hêzên TŞYG, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de, 29’ê Tebaxê saet 17:00!an li dijî leşkerên li Deriyê Meydanê ya girêdayî herêma Besta a Şirenxê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Artêşa Tirk piştî çalakiyê jî dever bi çekên giran ketober bombe kiriye.

LI DIJÎ KARGEHA RÊ YA LI BENDAVA ILISÛ ÇALAKÎ

29’ê Tebaxê saet 21:00’an 11 mekîneyên kar ên girêdayî kargeheke taybet a ji bo hêzên dagiker li ser rêya Bendava Ilisû ya devera Mişarê ya girêdayî Herêma Gabar a Şirnexê dixebitîn ji aliyê hêzên me ve hate şewitandin.

Piştî çalakiyê Qereqola Çemêpirê derdora xwe bi ketober gule reaşndin. 30’ê Tebaxê saet 07:00’an artêşa Tirk a li herêmê dest bi operasyonê kiribû, dîsa heman rojê saet 16:00’an bê ku encamek bidest bixe vekişiyaye.

CÛDÎ HAT BOMBEKIRIN

30’ê Tebaxê saet di navbera 21:30-22:30’an de helîkoptera bi tîpa Atak devera Nêvsera Cûdî ya Şirnexê bomberdûman kiribû.

OPERASYONA ARTÊŞA TIRK DEWAM DIKE

28’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li gundên Yavriyê, Golik û Xanîsora ya dikeve navbera navçeya Şermex û Sêrikê ya Mêrdînê de dest bi operasyonekê kiribû. Operasyon hê jî dewam dike.

NASNAMEYA GERÎLAYÊ ŞEHÎD

Hêzên me bi boneya 33. Salvebera 15’ê Tebaxê, dest bi pêngaveke bi navê Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem kiribû. Hêzên me di çarçoveya pêngavê de 16’ê Tebaxê saet 06:00’an li dijî leşkerên li du girên li devera Deriyê Beroj ê girêdayî herêma Bestayê kiribûn heder û çeperên dijmin hemû xistinbûn destê xwe de.

Hêzên me yên ku çûn ser cenazeyên gelek hêzên dijmin dest danîn ser gelek çekan, gir bi temamî xistibûn destê xwe. Hevrê Masîro yê ku di şer de xwedî rolekî mezin û bi fedayî şer kir, li devera Deriyê Beroj şehîd ket.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd ketî wiha ye;

 

Nasnav: Masîro Gîvera
Nav û Paşnav: Helmet Muhammed
Cihê Jidayikbûnê: Pencewîn
Navê Dayikê - Bav: Pîroz - Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex/ 16’ê Tebaxa 2017