Gerîlayan li Colemêrgê li dijî artêşa Tirk çalakî li dar xistin
Gerîlayên HPG’ê li dijî artêşa Tirk li gelek cihan çalakî li dar xistin. Hat ragihandin ku gelek leşker hatine kuştin.
Gerîlayên HPG’ê li dijî artêşa Tirk li gelek cihan çalakî li dar xistin. Hat ragihandin ku gelek leşker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê di navbera gerîlayên HPG’ê û Artêşa Tirk de daxuyanî da. Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:
ÇALAKIYA LI DIJÎ GIRÊ HELÎKOPTERÊ
“Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li Şemzînan û Geverê çalakî li dar xistine.
Di 8’ê Îlonê de li dijî leşkerên ku dixwestin li qada Xapûşkê ya Şemzînanê li Girê Helîkopterê bi cih bibin, çalakiya sabotajê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.
LI GEVERÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ
Hêzên me di 14’ê Îlonê de saet di 17.00’an de li dijî yekîneyeke dijmin a li qada Kapûrkê ya Geverê çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.
Di 15’ê Îlonê de saet di 04.30’an de hêzên me li dijî leşkerên li Girê Elîşêr ê Geverê çalakiyên sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin.
Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qadê dane û bi şev jî mirî û birîndarên xwe bi helîkopterê ji qadê derxistine.
LI CÎLOYÊ OPERASYON DIDOME
Operasyona artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a ku di 11’ê Îlonê de li qada Sumbulê û qada Cîloyê dabû destpêkirin, hê jî didome.
LI OREMARÊ BOMBERDÛMAN
Balefirên şer ên hêzên dagirker di 14’ê Îlonê saet di 09.00’an de qada Nergê ya Oremarê û di 15’ê Îlonê de balefirên şer û helîkopteran di navbera saet 00.30-03.00’an de qada Oremarê bomberdûman kiriye.”