Gerîlayan li Çelê çalakî kirin

Gerîlayên HPG/YJA Starli dijî çeper û kozikên artêşa Tirk a li Girê Xeregol a li Çelê çalakî kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî daxuyaniyek da.

HPG’ê ev agahî parve kir:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Baran û Şehîd Ronya de, 29’ê Adarê saet 18:50’î li dijî artêşa Tirk a li Girê Xeregol a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek  kirin. Di vê çalakiya çeper û kozikên dijmin hatin hedefkirin de kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin. Artêşa TC’ê piştî çalakiyê bi balafirên şer derdorî gundê Bêxêr û Eêlê ketober bombe kirin. Di bomberdûmana pêk hatî de ti ziyanek negihiştine hêzên me.

Êrîşên hewayî yên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker a l ser Herêmên Parastinê yên Medya û xaka Başûrê Kurdistanê jî dewam dike. Di vê çarçoveyê de;

29’ê Adarê saet derdorî 13:00-17:00’an de artêşa Tirk deverên Lêlîkan, Ermûş û Dola Çil û Çar ên girêdayî herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê hate bomber kirin.

30’ê Adarê (îro) saet derdorî 04:30’î dîsa 05:30’î jî balafirên şer ên Tirk gundên Kalatûka, Silê, Bêpalan û Balayan Tepê Hîva ên girêdayî Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medyayê dîsa Girê Kartal ê girêdayî Herêma Avaşîn bombe kirin.

Di van bomberdûmanên pêk hatin de ti ziyanek negihiştine hêzên me.”