Gerîlayan ji çalakgeran re name şandin: Dilê me bi we re ye

Gerîlayan ji çalakgerên berxwedana greva birçîbûnê ya li Başûrê Kurdistanê re name şandin. Di nameyê de hate gotin, "Çalakiya we wê bi ser bikeve. Dilê her gerîlayî bi we re ye."

Gerîlayan ji berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Başûrê Kurdistanê re name şandin û wiha gotin:

"Em; gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê silavên xwe ji we re dişînin, Newrozê li we pîroz dikin.

Tecrîdkirina Rêber Apo tecrîdkirina mirovahiyê ye. Yê ku ala aştî û azadiyê bilind dike Rêber Apo ye. Rêber Apo berxwedan û îdeolojiya xwe li ser yekîtî û hevgirtina gel ava kir û bêyî cihêkariyê bixe navberê xwedî li gelan, ol, ziman, çand û pêkhateyên etnîkî derket. Tiştekî li dijî azadî û sosyalîzmê qebûl nake. Berxwedana grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya Leyla Guven ji bo bidawîbûna tecrîdê û hilweşîna faşîzmê dest pê kir, pêl bi pêl belav dibe. Berxwedana grevên birçîbûnê nêzî 5 meh in didome û rewşa berxwedêran li asta krîtîk e.

Em; gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê grevên birçîbûnê hêja dibînin û berxwedêrên di grevê de ne pîroz dikin. Çalakiya we dilê me germ dike û ji bo me dibe hêvî.

Hevalên hêja, Nasir Yagiz, Şeyma Ednan, Herêm Mahmûd, Gulebax Celal, Fatma Ehmed... Berpirsyariya ku vê demê hûn pêk tînin, berpirsyariyeke wijdanî û exlaqî ye, wezîfeyeke neteweyî ye. Di dîrokê de jî Germiyan ji bo xwedîderketina li şoreşa Başûr xwedî roleke neteweyî bû. Rola xwe timî parast.

Em berxwedana we û we careke din bi hezkirinê silav dikin. Çalakiya we wê bi ser bikeve. Dilê her gerîlayî bi we re lê dide. Gerîleyk bi tenê jî bimîne berxwedana me wê bidome. Heta ku Kurdistan hebe wê gerîla jî hebe.

Bijî Rêber Apo, bijî berxwedan, bijî azadî."