Gerîlayan du dagirker ceza kirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Avaşîn û Heftanînê çalakî kirin û di van çalakiyan de 2 dagirker ceza kirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrişên dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Di 22’ê Hezîranê de saet di 19.00’an de dema kepçeyan li berpalên Çarçellayê ji bo dagirkeriyê rêyeke leşkerî vedikirin, bi çekên giran li wan hate xistin. Xebata çêkirina rê ya li vir hate sekinandin.

Di 23’ê Hezîranê de saet di 05.30’an de li qada Girêsor jî dema dagirkeran rê vedikirin li wan hate xistin. Li vir dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

Di 22’ê Hezîranê de saet di 22.00’an de wesayîta ku kontra tê de bûn ji Girê Xaçê ya Xantûrê bi rê ket, bi sabotajê lê hate xistin. Di vê çalakiyê de hate tespîtkirin ku kontrayek hatiye cezakirin.

Li ser qadên Avaşîn, Metîna û Zapê helîkopter geriyane û di heman demê de bi helîkopter û balefiran êriş hatiye kirin.

Di 22’ê Hezîranê de saet di 09.30 û 10.40’an de qada Kuro Jehro ya Zapê bi balefirên şer hatiye bomberdûmankirin.

Di 22’ê Hezîranê de saet di navbera 22.00 û 23.00’an de dagirkerên li qadên Mervanos û Banista yên Avaşînê bi helîkopteran hatiye guherandin.

Di 22’ê Hezîranê de saet di navbera 21.00 û 22.00’an de dagirkerên li qadên Qaşûra, Şehîd Çiya, Geliyê Milîtan û Şikêrên Sor ên Metînayê bi helîkopteran hatine guherandin. Di heman demê de qadên Kêste û Koordîneyê jî bi helîkopterên êrişê hatine bomberdûmankirin.”