Gerîlayan bi rengekî bêhempa Newroz pîroz kirin

Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê cejna Newroza 21'ê Adarê bi rengekî bêhempa pîroz kirin. Di merasîmê de yek ji fermandarê gerîla Dersim axivî û got, ''Em ê nîşanî her kesî bidin ku tevgera fedayî ya Apoyî ti caran wê têk neçe.''

Li çiyayên Kurdistanê li gelek deveran Newroz hate pîrozkirin. Yek ji fermandarê Akademiyên Apollon a HPG'ê Dersim jî tevlî pîrozbahiya Newrozê bû.

Dersim di merasîma Newrozê de axivî û got, ''Li dijî şahînşahî û rêveberiya wê Dehaq ku zilm li ser gelên Rojhilata Navîn dikir, bi pêşengiya gelê Medan berxwedanekê dest pê kir. Konfederasyona gelên Medyayê bûne yek û şahînşahiya dagirkerî û zilmê hilweşand. Ji wê rojê û heta niha Newroz ji bo gelên Rojhilata Navîn weke cejnekê tê pîrozkirin.

Dersim bi berdewamî got, ''Di rojeke wiha de Rêber Apo beriya bi 48 salan tespît kir ku gelê Kurd û Kurdistanê mêtinger e. Li ser vê bingehê di roja Newrozê de meşa azadiyê da destpêkirin.''

Fermandarê gerîla Dersim axaftina xwe wiha domand:

''Dewleta TC'ê ya mêtinger û dagirker ji bo ku pêşî li vê meşa PKK'ê bigire, li Zindana Amedê êşkenceyên bi hovîtî kir. Mêtingeran li Zindana Amedê dixwest ku vîna şoreşgerên Apoyî bişkîne, teslîm bigire li dijî vê Kawayê Hevdem hevrê Mazlûm Dogan di rojeke Newrozê de xwe feda kir û rê li berxwedane vekir, rihê berxwedanê yê Newrozê afirand. Ji wê rojê û heta niha em l iber xwe bidin. Ji Mazlum Dogan heta bi Zekiya Alkan, Rahşan, Ronahî û Berîvanan hemû şehîdên ku di ber doza azadiyê de xwe feda kirine bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Hevrêyên me ku şopdarên hevrê Mazlûm Dogan in îro jî li zindanan li ber xwe didin. Em hemû berxwedêrên zindana slav dikin, cejna wan a Newrozê pîroz dikin. Gelê Kurd ku gelê Ereb, Ermen, Asûr û Sûrynan bûyî yek li ser xeta Rêber Apo têdikoşe. Em Newroza hemû gelan pîroz dikin.''

'EM Ê NÎŞAN BIDIN KU TEVGERA APOYÎ TI CARAN TÊK NAÇE'

Dersim  diyar kir pergala zilmê, 'ti caran ne heta hetayê ye'' û got ew ê nîşanî her kesî bidin ku tevgera fedayî ya Apoyî wê têk neçe.

Dersim wiha got:

''Pergala zilmê ti caran ne heta hetayê ye. Belkî êş bi gelan dabe kişandin, car caran hinek bi ser ketibe û xwe domandibe lê her dem gelan li dijî vê li ber xwe dane û ew têk çûne. Mînaka vê ya berbiçav Newroz e. Pergala zilmê û zalim her demê têk çûne. Îro jî faşîzma AKP-MHP'ê û pêşengê wan Erdogan, Bahçelî Deheqên niha ne. Dixwazin têkoşîna me ya azadiyê ya 48 salan tasfiye bikin, li ser Rojhilata Navîn zilmê domdar bikin. Lê em bi tifaqa gelan dîsa di rojeke Newrozê de, weke beriya bi 2633 salan îro jî em ê wan têk bibin. Em ê dewleta Tirk û Erdogan weke Deheq têk bibin, em ê nîşanî her kesî bidin ku tevgera fedayî ya Apoyî ti caran wê têk neçe.

Pêngava, ''Em ê pergala faşîzm, tecrîd û dagirkeriyê hilweşînin, Rêber Apo azad bikin'' gelê me bi hemû derfetên xwe rê ve dibe. Em hêzên gerîla, pêşengên vê pêngavê sala 2021'an em ê nîşan bidin ku gerîla her dem bi ser dikeve û hêzeke wiha ye ku qet têk naçe. Mînaka vê ya herî berbiçav serfiraziya Garê ye. Fermandarên me yên weke Şoreş Bêytuşşebap Ên fedayî her dem hene û wê hebin. Weke hevrê Mazlûm Dogan li gel hemû bêderfetiyan jî em ê xwe bikin weke çek û li xeta Rêber Apo xwedî derkevin. Bi vê çarçoweyê em ê bibin şopdarên xeta Mazlûm Dogan, li peywirên demê xwedî derkevin û pêşengiya gelê xwe bikin. Bi vê çarçoweyê serkeftina mezin ji hemû hevalan re dixwazim.''