Gerîlaya YJA-Starê Narîn Şiyar: Teknîka dijmin wê li ber gerîla têk biçe

Gerîlaya YJA-Starê Narîn Şiyar diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî Pêngava Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê derbên giran dixwe û got “Bi teknîkê dixwazin gerîla têk bibin, lê ev jî ji bo wan wê bibe xewn û xeyal.”

Gerîlaya YJA-Starê Narîn Şiyar 15’ê Tebaxê pîroz kir û  diyar kir ku gerîla di Pêngava Bazên Zagrosê de derbên giran li dijmin dixe û dijmin çi qasî hewl dide bi teknîkê gerîla têk bibe jî, ev daxwaza dewleta Tirk a dagirker wê jê re wekî xewn û xeyalan be. Narîn Şîyar got, “Pêngava 15’ê Tebaxê û bi taybetî ku niha em di meha Tebaxê de ne, em di şexsê heval Egîd de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan bi rêzdarî ditewînin. Bi rastî jî Pêngava 15’ê Tebaxê bi kûrahî di nav dil de koka xwe çand û heya roja me ya îro berdewam dike. Di şexsê heval Zîlan û Egîd de, bi pêşengiya wan hevalan heta roja me ya îro hat û îro jî bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bi rastî jî deng veda. Mirov dikare di şexsê heval Serhed û hevala Delal de vê pêngavê wisa pênase bike. Dema mirov dibêje Pêngava 15’ê Tebaxê, bi rastî jî mirov çi qasî bi kelecanê jî bîne ser ziman jî, lê rastî jî ew hest têra wê nake.

Îroj Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê û ya Cenga Xabûrê, bi berxwedan, çalakî û têkoşîna hevalan her rojê mezintir û xurttir dibe. Mînakê wê jî li Girê Sor, Werxelê û aliyê Cîloya Biçûk ya herêma Zapê heye. Bi rastî jî mirov çiqasî wan pênase bike û bîne ziman jî, lê pratîk li ber çavan e. Yanî mirov çiqasî bibêje jî kêm e, ji ber ku li pratîk li ber çavan e. Di wan çalakiyên ku tên kirin de rola hevalên jin pir zêde heye. Bi rastî jî mirov çiqasî jî behsa rola wan hevalan ya di çalakî de sekn, têkoşîn û berxwedana wan bike jî kêm dimîne. Dema mirov çalakiya wan hevalan guhdar dike yan jî dibihîze, mirov pir moral û kelecanê digire. Heval derbeyekî giran li dijmin dixin, her wiha dihêle ku dijmin sist bibe. Dema dijmin sist û tengav dibe, çi dike?  Ji ber ku li hemberî me tengav dibe û hêza wê têrê nake, lewre teknîka xwe li hemberî me bi kar tîne. Bi rastî jî wana hê jî heqîqeta Bazan nas nekirine, bi rastiya Bazan nizanin.  Bi teknîkê dixwazin gerîla têk bibin, lê ev jî ji bo wan dibe xewn û xeyal. Nikarin bikin, bi teknîka xwe li hemberî me şer dikin. Lê Baz bi îrade û têkoşîna xwe li hemberî teknîka dijmin şer dikin. Bi rastî jî çalakiyên ku niha li her derê tên kirin, li Geverê, Avaşîn û Zapê, bi taybetî rolê hevalên jin ya di vê derê de pir dîrokî ye û çalakiyên bi bandor li hemberî dijmin li dar dixin. Ji bo vê jî bi kelecanekî mezin bi ser vî dijminî ve diçin. Mînak dijmin bi êrişên hem hewayî hem jî yên bejahî yên li ser Tevgera me pêk tîne û bi taybetî bi êrişên derûnî ve dixwaze Tevgera me sînordar bike. Lê ev tişt wê ji bo dewleta dagirker bibe xewn û xeyalek. Ji ber ku em dizanin bê ka ji bo çi şer dikin, ew jî dizanin bê ka ji bo çi şer dikin, lê ya wan ne diyar e ku ji bo çi şer dikin. Ya me diyar e ku em ji bo çi şer dikin. Ew ji bo dibêjin ku terorîst in, baş e ev yek çi eleqeya xwe bi xwezaya Kurdistanê re heye? Ew qasî li ser gelê me êşkence, zilm û zorê dike, mînak qetlîaman li ser gel çêdike; baş e ev ji bo çi ye? Yanî dewlet bi xwe îxanetê li xwe dike, ango bi xwe durûtiyê li hemberî axaftina xwe dike. Baş e ev çi ye? Ji ber ku yê li hemberî xwe lîstokê pêk bîne mirov ti carî nikare baweriya xwe bide wê dewletê. Dema samîmiyetek li wê de nebe, ti carê wê nekaribe şerekî xurt bi rê ve bibe. Yê ku timî şerê xwe bi teknîkê bike, dawiya wê binketin e. Mirov nikare şerekî ku ez bi hêz û îrade bi rê ve nebim û bi teknîkê bikim, ji xwe ev bi serê xwe binketin e. Dijmin jî wê baş dizane, lê xwe dixapîne. Berbiçav e, hemû rojê nûçeyên em guhdar dikin ku li ser gelê me komkujiyan pêk tîne, li ser gelê me û gerîla şerê derûnî û êrişên hewayî û bejahî pêk tîne; ew hemû çi îfade dikin? Ji ber ku dijmin tengav dibe û nizane bê ka çi bike. Ji ber vê tengavbûna xwe çi raber dike, êrişên hovane pêk tîne. Ê ji ber vê jî mirov nikare wisa bêje ku ew dewletek e. Ji ber ku timî hovîtî, êşkence, zilm, îxanet û her tişt tê de heye. Ê ev jî li dijî mirovatiyê ye, ji mirovatiyê derketiye. Mirov dikare wiha pênase bike.”

Narîn Şiyar diyar kir ku îddîaya gerîla ev e ku dijmin ji axa Kurdistanê derkeve û got, “Em ê ti carî nehêlin dijmin bikeve axa Kurdistanê. Ev yek wê jê re bibe xewn û xeyal. Çiqasî jî were, em ê wa bi bi paşve vegerînin. Jixwe wan hîn Baz û şêr nas nekirine. Eger bizanibiya wê ewqas tişt nekiribe, ji xwe dawiya wê binketin e. Heya ku Bazek li van çiyayan hebe, rastî jî ew ê nikaribe zû bi zû bikeve vê axê. Îddîaya me ev e, heya ku dilopek xwîn di laşê me de hebe û heya nefesek jî di ruhê me de hebe, em ê li van çiyayan li ber xwe bidin û em ji dagirkeriyê re nahêlin.”