Gerîla TV dîmenê kêliya lêdana helîkoptera xistibûn xwarê weşand

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê dîmenê dema lêdana helîkoptera ku 19’ê Tebaxê xistibûn xwarê weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Parastina Gel (HPG) dîmenê ku nîşan dide helîkoptera bi tîpa Skorsky a ayîdê artêşa Tirk a dagirker çawa ji aliyê hêzên wan tê xistin li ser Gerîla TV’yê parve kir.

Di daxuyaniya ji bo dîmen de ev agahî hatin dayîn:

“19'ê Tebaxê saet di 21:35'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, liv û tevgera helîkopteran hebû. Helîkoptereke bi tîpa Skorsky ku dixwest dagirkeran li derdora çeperên şer ên li qada Şehîd Gelhat deyne, bû hedefa tîmên me yên bi tevger. Tîmên me yên bi tevger ji nêz ve derbên giran li helîkopterê dan. Helîkoptera Skorsky ku nekarî dagirkeran deyne qadê, berê xwe da sînorê Bakurê Kurdistanê û li nêzî qereqola Girê ya li navçeya Çelê kete xwarê. Bi saetan şewitî û bi temamî îmha bû.”