Gerîla TV dîmenê çalakiyên li Çelê û Şemzînanê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Çelê û Şemzînanê weşand.
Gerîla TV dîmenê çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Çelê û Şemzînanê weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyan ev daxuyanî dabû:
"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC a dagirker di 14'ê Gulanê de çalakî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de; saet 09:00 hêzên me li Girê Koordîne yê Çelê li artêşa TC a dagirker xistin. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
Di 23'ê Gulanê de saet 17:00 hêzên me li Girê Şehîd Bager ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dagirkeran dan. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, hêzên me yên YJA Starê li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê 21'ê Nîsanê saet di 14:10'an de li çepereke çekên giran a li ser girê Sîvrî yê qereqola Bezelê xistin. Di çalakiyê de ku derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin 3 leşker hatin kuştin û çekeke giran a li çeperê hate îmhakirin."