Gerîla TV dîmenê çalakiya li herêma Serhedê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya 13'ê Gulanê li herêma Serhedê weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

"Hêzên me bi çarçoveya pêngava 'dem dema azadiyê ye' 13'ê Gulanê saet di 19:00 de li qada Glîdaxê ya herêma Serhedê li dijî dagirkerên li ber Deriyê Sînor ê Gurbûlakê bûn bi koordîneyî çalakî kirin. Ji du baskan ve li 2 wesayitên bi tîpa Kobra, li konek û 2 kozikên dagirkeran hate xistin. Destpêkê li wesayita bi tîpa Kobra hate xistin û hate îmhakirin, dagirkerên tê de hatin cezakirin. Her wiha derb li wesayiteke din a Kobra û 2 kozikan hate xistin. Dagirkerên ku derb xwarin ber bi kon ve beziyan. Piştre jî ev kon hate îmhakirin û gelek dagirkerên tê de hatin cezakirin."