Gerîla Tv dîmenê çalakiya li girê Evdilkovî weşand

Gerîla Tv yê dîmenên çalakiya gerîla ya 21’ê Gulanê li girê Evdilkovî ya herêma Bradostê weşand. Di çalakiyê de çawişê pispor ê bi navê Hasan Alî ji di nav de 15 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Dîmenên çalakiya 21’ê Gulanê ya li girê Evdilkovî yê herêma Bradostê hate weşandin. Di vê çalakiyê de çawişê pispor Hasan Alî ji di nav de 15 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Dîmenên çalakiyê;

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kiribû.

“21'ê Gulanê hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Evdilkovî yê li herêma Bradostê çalakiyek lidarxistin. Hêzên me bi lêdana derbên giran bi ser çeperên dijmin ve çûn û derbên xurt li gelek çeperên dijmin xistin û rûxandin. Di vê çalakiyê de çawişekî pispor ê bi navê Hasan Alî jî di nav de 15 leşkerên dijmin hatin kuştin. Hêzên me ku bi rengekî fedayî bi ser çeperên dijmin ve çûn, çekek BKC, cîhazeke ragihandinê ji ser cenazeyên dijmin rakirin û gelek alavên leşkerî îmha kirin.”