Gerîla TV dîmenê çalakiya li Barzanê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê weşand.

Daxuyaniya HPG'ê ya li ser çalakiyê wiha bû:

 "Artêşa Tirk ev demeke li devera nêzî Tepê Xwedê yê li herêma Barzan ê Başûrê Kurdistanê bicih bûne. Hêzên me leşkerên li vî girî xistine kontrola xwe. Hêzên me 14’ê Gulanê ku demeke dirêj ev hêzên dijmin ên xistibûn bin kontrolê saet 08:40’î di çarçoveya Pêgava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya ya li Herêmên Parastinê Medyayê dom dike de çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiya bi awayê serdegirtinê de, ji du baskan ve pêk hat. Ji nêz ve li dijmin hate xistin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Hevrêyên me çûn ser cenazeyên dijmin û çekek ferdî ya MPT-76 jî rakiriye."